DAÎŞ'ê li Xaneqînê êrîş kir: Polîsek mir

Çeteyên DAÎŞ'ê li bajarê Xaneqînê êrîş birin ser bendeke kontrolê ya polîsên federal ên Iraqê. Di encamê de polîsek mir.

Ji fermandarên pêşmergeyan Ahmed Mûstafa li ser êrîşê agahî da û diyar kir, çeteyên DAÎŞ'ê êvara Şemiyê saet 21'ê bi çeka sekvaniyê êrîşî benda kontrolê ya hevpar a Hêzên Asayîşa Germiyanê û Polîsên Federal ên Iraqê kirine.

Ahmed Mûstafa diyar kir, polîsek di êrîşê de bi giranî birîndar bûye û got, "Polîsê birîndar li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da."

Hêzên asayîşê yên bi hawara benda kontrolê ya polîsan çûn li nêzî gundê Mehazê bûn hedefa êrîşa bi mayinê. Lê di êrîşê de tiştek bi hêzên asayîşê nehat.