Coşkûn û Orhan bang li gel kirin

Parlamenterên HDP'ê Şevîn Coşkûn û Mûazzez Orhan bang li gelên Wan û Colemêrgê kirin ku xwedî li demokrasiyê derkevin.

Meşa demokrasiyê ya HDP'ê wê îro ji Colemêrg û Edîrneyê dest Pê bike. Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar û 24 parlamenter ên beşdarî meşê bibin, piştî ku li Wan û Colemêrgê bi rengekî girseyî hatin pêşwazîkirin, wê tevî gelê Colemêrgê dest bi meşê bikin.

COŞKÛN: EM JI BO ÇARESERIYA DEMOKRATÎK A PIRSGIRÊKA KURD DIMEŞIN

Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn ji bo meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê bang li gelên Wan û Colemêrgê kir ku piştgiriyê bikin û got, "Desthilatdariya AKP'ê ku 18 sal in li ser desthilatdariyê ye, zext, tundî û zilma ku li gelê Kurd û gelan hemûyan dike, gihandiye asta herî bilind. Bi polîtîkayên faşîzan îradeya gel desteser kiriye. Hevserokên me, wekîlên me, hevşaredarên me li girtîgehan e, îradeya gelê me desteser kiriye. Herî dawî wekîltiya du parlamenterên me bi rengekî nehiqûqî rakirin. Li dijî hiqûqa darbeyê ji bo avakirina demokrasiyê, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, ji bo maf, hiqûq û edaletê em dimeşin. Banga me li tevahiya gelê me ye."

MÛAZZEZ ORHAN: JI BO AVAKIRINA JIYANA BI HEV RE EM DIMEŞIN

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan jî got, "Li dijî polîtîkayên şer û dijminên jina ku ti îrade û hêza mûxalîf nas nake em dest bi meşa demokrasiyê dikin. Ji Edîrne û Colemêrgê em ê ji du baskan ji bo aştî, edalet, demokrasî, azadiya jiyanan, Tirkiyeyeke demokratîk bimeşin. Li dijî polîtîkayên faşîzan ên şer, li dijî kuştina jinan, li dijî qanûnên îstîsmarkirinê, ji bo sekneke xurt nîşan bidin, em bang li gelê xwe dikin ku piştgiriya meşa me bike û jiyaneke bi hev re ava bikin."