Colemêrgiyan HDP'î bi coş bi rê kirin

Colemêrgiyan, HDP'iyên ku dest bi Meşa Demokrasiyê kirin bi coş ber bi Wanê ve bi rê kirin.

Baskê Colemêrgê yê 'Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê' piştî axaftina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ber bi Wanê ve bi rê ket.

Tevî Sancar Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz, Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenolgû, Hevseroka SYKP'ê Canan Yuce, Alîkarê Hevserokên ESP'ê Beycan Taşiran, endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê û Meclîsa Partiyê ya HDP'ê, parlamenter di çalakiyê de amade ne. Meşvan li her rawestgehê bi nîşaneya serketinê ya gel hatin pêşwazîkirin.

ÊRIŞA LI DIJÎ GEL

Gelek kes derketin paceyên xaniyên xwe û HDP'î pêşwazî kirin. Pêşiya konvoya HDP'iyan li nêzî Nexweşxaneya Dewletê ya Bajêr hate birîn. Li ser vê yekê meşvan ji konvoyê peya bûn û gel silav kirin. Tîmên taybet ên Tirk jî êriş kirin.

Piştî vê rageşiyê meşvan ji nû ve li wesayitan siwar bûn û bi rê ketin. Li ser rêgeha çalakiyê hin cerdevanan jî çalakvan silav kirin.

Meşvan ber bi Wanê ve bi rê ketin.