Colemergê ji mafê tenduristiyê bêpar e

Wekîlê HDP'ê yê Colemergê Saît Dede diyar kir li Colemerg û navçeyên wê ji gelek branşan doktor nînin û Colemerg ji mafê tenduristiyê bêpar tê hiştin.

Wekîlê HDP'ê yê  Colemergê Saît Dede diyar kir li gorî daneyên Wezareta Tendiristiyê ya Tirk Colemerg di nav wan bajarên herî kambax de ye.

Dede diyar kir Colemerg li nav wan bajaran e ku leza mirina bebikan di ser 10,1'ê re ye, rêjeya mirina dayikan jî li Colemergê di ser 25'an re ye.

Dede got hijmara nivînên nexweşxanê, hijmara nivînên serwîsa giran, ya nûzayan, hemodiyalîz, MR, cîhaza BT, hijmara unîteyên diranan herî pir li Colemergê kêm in.

Dede bi berdewamî destnîşan kir rewşa fiîlî kambaxtir e, li Colemergê ji gelek branşan doktor nînin, dema ku doktorên pispor di betlanê de, nexweş an jî di emeliyatê de bin nexweş li erdê dimînin.

Dede bi berdewamî diyar kir li Colemergê ji bo ku bi makezimanî mafê tendiristiyê nîne ev jî problem û bal kişande ser kêmbûna doktor û xebatkarên tendiristiyê.

Dede got li Colemergê ku nifûsa wê 100 hezar e hijmara doktoran bi tevahî 136 e, hijmara doktorê pispor 62, ya doktorên diranan 25, ya hemşîreyan 28 û bi tevahî 2 hezar e, serê doktorekî malbatê 3 hezar û 325 kes dikevin. Dede got, ''Ev dane jî di nav bajarên herî kambax de ye. Li Geverê ya ku nifûsa wê 120 hezar e, li Nexweşxaneya Dewletê de ji bo ku tenê doktorekî zayinê heye dema ku dotor d emeliyatê de be nexweş nikarin mieyene bibin an jî dema ku rewşake lezgîn bibe nikarin mudahele bikin.''

Dede herî dawî got ji ber kêmbûna doktor, personel û cîhazan piraniya nexweşên Colmergî sewkî bajarên din bibin û got, ev jî destê gelê Colemergê tengtir dike.