Ciwanên Rojhilatî tecrîd li çiyayê Demawendê şermezar kirin

Ciwanên ji Rojhilatê Kurdistanê, li çiyayê Demawend ê Tehranê daxuyaniyek dan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Komek ji ciwanên ji Rojhilatê Kurdistanê, derket ser çiyayê Demawend ê li Tehranê ku yek ji bilindtirîn çiyayên Îranê ye û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Ciwanan li ser çiyayê Demawendê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PJAK'ê vekirin. Li vir daxuyanî dan û destnîşan kirin, ku eger Îran tevî dewleta Tirk li dijî Kurdan bikeve nava hewldaneke hevpar, ev yek wê bibe felaket.

Ciwanan ragihandin, ku ew endamê Tevgera Ciwanên Apoyî ne, tecrîdê şermezar dikin û Şoreşa Rojava jî silav kirin.