Ciwanên Kerkûkê: Nebûna rewşenbîriyê dike ku dijmin ciwanan bikar bînin

Ciwanekî Kerkûkê bal kişand ser asta xwendin û rewşenbîriya ciwanan û ev gotin: “Paşketina asta rewşenbirî û zanîna ciwanan bûye sedem ku dijmin ji vê rewşê sûd bigre û li gorî berjewendiyên xwe bikar bîne.”

Ciwanên Kerkûkê têkildarî asta rewşenbirî û zanîna ciwanan, sûdgirtina dijmin a ji vê yekê û karanîna ciwanan a ji bo berjewendiyên xwe vegotin.

Ciwanê bajarê Kerkûkê Heval Dara wiha qala rewşa rewşenbirî û zanîna ciwanên bajarê Kerkûkê dike; “Rewşa rewşenbirî li vî bajarî xirab e. Ji ber ku ciwanên bajêr di aliyê xwendin û xweperwerdekirinê de ne yekgirtî ne. Ciwanên Kerkûkê zêdetir girîngiyê didin aliyê din yê jiyanê. Ji bo ku ciwanên Kerkûkê asta rewşenbirî û zanîna xwe pêş bixin pêwîste girîngiyê bidin li ser navenda rewşenbiriyê ya bajêr û girîngiyê bidin mijara perwerdê.”

‘DIVÊ CIWAN JI BO XWE PÊŞXISTINÊ DI NAVA HEWLDANAN DE BIN’

Dara bi domdarî got; “Mixabin navendên perwerdeya Kerkûkê ji bo lidarxistina semînerek li ser rewşa reweşenbiryê ji bo ciwanên Kerkûkê ne amade ye. Divê navendên perwerdê bi ciwanan re di nava têkiliyan de bin û ciwan bikarin xizmeta vî welatî bikin. Ti hêviya min nîne ku ciwanên Kerkûkê pêş bikevin û xwe pêş bêxin. Lê pêşketina ciwanan zêdetir girêdayî hewldanên wan e. Kes nîne rê nîşanî ciwanan bide.”

‘DIVÊ NAVENDÊN REWŞENBIRIYÊ ZÊDETIR GIRÎNGIYÊ BIDIN SEMÎNERAN’

Karsaz Bêstûn jî wiha qala asta rewşenbirî û zanîna ciwanên Kerkûkê kir; “Li gorî bajarên din asta rewşenbirî û zanîna ciwanan di astekî xirab de ye. Yek ji sedemên xirabiya asta rewşenbirî û zanina ciwanan sîstema perwerdê ku sîstemeke bankiye ku tenê ji ber kirine. Divê li dibistanan her hefte waneyên xwendina pirtûkan were dayîn. Divê navendên rewşenbiriyê zêdetir girîngiyê bidin ji bo lidarxistina semîr ji bo ku ciwanan fêrî xwendina pirtûkan bikin.”

‘CIWAN GIRÎNGIYEKE ZÊDE DIDIN LÎSTOKÊN ELEKTRONÎ’

Karsaz Bêstûn têkildarî sedemê girîngî nedana ciwanan a ji bo xwendinê wiha got; “Sedemê ku ciwanan ji xwendinê qût dike, ciwan girîngiyeke zêde didin lîstkonên elektronî. Ti sûdekî van ji bo ciwanan tuneye tenê demê demê wan dixwe. Ew asta rewşenbirî ya ciwanan nîne ku li pey agahiyan bigerin. Ev jî wiha dike ew kesên armanca wan heyî wan ciwanan ji bo xwe bikar bîne.”

Ciwanê bi navê Mihemed Elî jî wiha axivî; “Di aliyê xwendinê de rewşa rewşenbirî ya bajarê Kerkûkê gelek xirab e. Çend sedemek yên vê rewşê hene mînak; amûrên elektronî yek ji van sedeam e ku ciwan gelek demê xwe pêve xerc dikin. Sedemek din jî paşgûh xistina xwe perwerdekirinê, ev jî lîstokên elektronî dibe sedem.”

‘SÎSTEMA XWENDINÊ YA LI ALIYÊ ME NIKARE XWENDINÊ BIKE ÇANDEK’

Mihemed Elî têkildarî şiyarnebûna ciwanan jî wiha got; “Welatê Çîn yek ji welatên herî mezin yê amûrên telefon û lîstkonên elektronî ye. Lê dema em ciwanên Kerkûk û Çînê beramberî hev bikin ciwanên Çînê hişyartirin. Sedemê vê jî digere sistema xwendinê ji ber ku me xwendin nekiriye çandek û me nîşanî ciwanan nedaye ku xwendinê bikin çandek.”

‘NEBÛNA REWŞENBIRÎ Û ZANÎNA CIWANAN BÛYE SEDEM KU DIJMIN DIKARE JI BO BERJEWNDIYÊN XWE BIKAR BÎNE’

Herî dawî Miheme Elî wiha got; “Niha ji bo pêşxistina asta ciwnan çalakî hene, ji ber piştgiriyek pêwîst nayê dayîn ev çalakî nikarin weke pêwîst bandor bin. Paşketina asta rewşenbirî û zanîna ciwnan bûye sedem ku dijmin dikarin bi hêsanî ciwanan bandor bike û ji bo berjewndiyê xwe bikar bînin.”