Ciwanên Kerkûkê: Em li gel berxwedana gerîla ne

Ciwanên Kerkûkê li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadên gerîla rabûn û piştevaniya xwe ya ji bo berxwedana gerîla nîşan dan.

Her diçe di nava Kurd û cîhanê de nerazîbûnên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê zêdetir dibin. Di vê çarçoveyê de ciwanên Kerkûk ên Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin û piştevaniya xwe ya ji bo gerîla anî ziman.

‘ÊRÎŞ NE TENÊ LI SER GERÎLA YE, LI SER TEVAHÎ KURDISTANÊ YE’

Ciwanê ji Kerkûkê yê bi navê Karzan Qadir bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û got: "Êrîşên dagirkeriyê yên niha li Başûr dom dike, dewama êrîşên mêtingerkirin û qirkirina ziman û çanda neteweya Kurd e. Ev êrîş tenê ne êrîşeke li ser hêzên gerîla, êrîşên dagirkirina tevahî Kurdistanê ye. Bi van êrîşan dewleta Tirk dixwaze wîlayeta Mûsil dagir bike û Osmaniyan nû bike."

Qadir bang kir ku divê her ferdeke azadîxwaz li ber van êrîşan rabin, rê nede ku xaka Başûrê Kurdistanê bê dagirkirin.

‘AZADÎXWAZ DIVÊ LI BER ÊRÎŞAN RABIN’

Ciwanê bi navê Soran Serdar jî êrîşên li ser Herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medya û xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kir. Serdar ji hemû azadîxwaz û welatiyên Kerkûkê xwest ku li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk bibin xwedî helwest.

Serdar bal kişand ser bêdengiya heyî ya li hember êrîşan jî û wiha domand: "Bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê dide nîşandan ku berjewendiyên wan li gel dewleta Tirk a dagirker heye. Eger ev bêdengî û bê helwestî wiha dom bike, wê dewleta Tirk siberojê xaka Başûrê Kurdistan û heta Kerkûkê jî dagir bike. Mînaka vê jî daxuyaniyên berê ku rayedarên Tirk didan Kerkûk weke ya xwe dizanin."

‘EM LI GEL BERXWEDANA GERÎLA NE’

Arîn Husên jî destnîşan kir ku armanca êrîşên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurditsanê pêkanîna vegera li Mîsaqî Mîllî ye û got: "Armanca esasî dagirkirina Rojhilata Navîn û bindestkirina gelan e. Ev êrîş ji aliyekê ve êrîşên tinekirina çand û zimanê Kurdî ye. Ji bo tinekirina gelan êrîş dikin."

Husên anî ziman ku ew li dijî êrîşên dewleta Tirk in û wiha pêde çû: "Em li gel berxwedana gerîla ne û kêfxweşin ku dagirker li Avaşîn, Metîna û Zapê têk diçin."