Ciwanên Başûr li dijî êrîşan bang li ciwan kir ku dakevin qadan

Ji ber êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Mexmûr û Şengalê ciwanên Başûrê Kurdistanê banga daketina qadan li ciwanên Başûr kir.

Duh di saet 00:00 hemwext di serî de bombe li Herêmên Parastinê yên Medya, Wargeha Penaberan a Mexmûr û Şengalê barandin. Li ser vê yekê ciwanên Başûr bang li ciwanan kir ku dakevin qadan li dijî êrîşên qirker û dagikeriyê.

‘DIJMIN DIWESTE, EM NAWESTIN’

 Ciwanê bi navê Aram Eyûp bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê kir ku dakevin qadan û helwesta xwe raber bikin got: “Divê helwestê cîdî yê partiyên siyasî û Hukûmeta Herema Kurdistanê hebe. Eger li hember êrîşên ku pêk tên Hukûmeta Herema Kurdistanê bêdeng bimîne pirsyarekî mezin dikeve ser milan. Dema ku dijmin êrîşê axa te bike, dîvê tu bêdeng nemînî. Dewleta Tirk a faşîst hatiye ber rûxandinê ji ber vê yekê dixwaze bi tunekirina Kurdan hebûna xwe ava bike. Em jî wek ciwanan, ji êrîşê ku li ser axa me tê li ser me bandor nake, me natirsîne. Dijmin diweste em nawestin.”

‘EGER DAGIRKERÎ BI ENCAM BIBE, WÊ KURDÊN BAŞÛR JÎ TINE BIBIN’

Ciwanekî din ê bi navê Dersîm Germiyanî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û helwestên gel û ciwanan a li beramberî vê û got: “Divê pêwîste em wek ciwanan xwedî helwestbin. Berê jî li Başûrê Kurdistanê rejîma Baasê heman tişt dikir. Ciwan divê li hember dagirkerî rawestin ku nehêlin dagirkerî encam bigire. Eger dagirkerî encam bigire Kurd li Başurê Kurdistanê namîne. Pêwîste em bi hemû hêz û hebûna xwe li hember dagirkerî dakevin qadan. Li hember planên dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze Başurê Kurdistan dagirbike biwestin û nehêlin planê xwe pêk bîne.”