Ciwanên Şengalê li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan

Ciwanên Şengalê li komalgeha Borikê bi meşaleyan meşiyan û li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê rabûn.

Meş bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Şengalê û Yekîtiya Jin ên Ciwan ên Êzidî pêk hat. Girseya gel ji ber Meclîsa Gel a Komalgeha Borikê bi meşaleyan û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan dest bi meşê kir. Piştre jî li Daqa Navenda Komalgehê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Hekîm Şengalî bi navê girseyê daxuyanî xwend û berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê silav kir. Hekîm Şengalî bi taybetî bang li xelkê Başûrê Kurdistanê kir ku zanibe ev êrişên tên kirin li dijî tevahiya Kurdan e.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew êrişên li qadên gerîla di heman demê de weke êrişên li ser civaka xwe dibînin û ew ê bi her awayî li ber rabin.