Ciwanê ker û lal 3 roj e di bin çavan de ye

Ciwanê bi navê Şukru Çikmaz ê ker û lal bi îdiaya “endamê rêxistinê”  ye di 14’ê Sibatê de hate binçavkirin û sê roj in  li navenda TEM’ê tê girtin.

Li Şirnex û navçeyê wê di 14’ê Sibatê de polîsan bi hemwextî  bi ser malan de girtin û 70 welatî binçavkirin. Li Şirnexê 11, Cizîr 25, Hezex 10 û li Silopî jî 8 kes hatin binçavkirin. Ji 25 kesên li Cizîrê hatine binçavkirin ciwanê astengdar Şukru Çikmaz ê 25 salî ye. Çikmaz, ker û lal e û li gel rapora bijîşk jî sê roj in dibin çavande tê girtin. 

‘PÊWÎSTIYÊN JIYANÎ NIKARE BI CIH BÎNE’

Parêzer Newroz Uysal diyar kir di 14’ê Sibatê de li navenda Şirnex û navçeyên wê polîsan bi ser dehan malan de girtin û zêdetirî 70 welatî hatin binçavkirin.  Uysal da zanîn ku gelek balkêş e ji kesên hatine binçavkirin  kesên astengdar ango ker û lal jî hene. Uysal destnîşan kir ku li gel ciwanê bi navê Şukru Çikmaz ker û lal e jî bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hatiye binçavkirin û wiha axivî: “Li gel rapora bijîşk jî muwekîlê min sê roje li navenda TEM’ê tê girtin. Di dema binçavkirinê de jî muwekîlê min gelek pirsgirêkan dijî û nikare bi xwe pêwîstiyên xwe yên jiyanê jî pêk bîne. Binçavkirina Şukru Çikmaz binpêkirina mafên mirovan e û derqanûnî ye. Weke parêzer em bi xwe bi awayekî tendirust nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, lê belê sê roj in di bin çavan de tê girtin. Dema Çikmaz diçe lawabûyê yan jî têhn û birçî dibe dide qêran û li navenda TEM’ê jî ne di ewlehiyê de ye.”

‘DERÛNIYA WÎ XERAB BÛYE’

Uysal anî ziman ku li gel dozgerê Tirk erê kiriye ku Çikmaz nikare dibin çavan de bimîne jî ev sê roj in li TEM’ê tê girtin û ev tişt got: “Binçavkirina Çikmaz û 70 welatiyên din yên hatin binçavkirin bê hiqûqî û derqanûnî ye. Nayê zanîn ku dê muwekîlê min çend rojan di bin çavan de be û der barê binçavkirinê de jî ti agahiyê em nikarin bistînin. Şukru Çikmaz ji ber ku ker û lal e rewşa wî gelek ne baş e û divê demildest were berdan.  Li TEM’ê me xwest bi nivîskî pê re têkil bibin, ji ber gelek tirsiyaye xwe ji parêz û her tiştê dide paş. Her wiha derûniya wî xerab bûye. Ev bûyera sosret ne a pêşî û dawiyê ye, dozgerê Şirnexê gelek caran kesên kor, ling û destê wan tineye binçav dikin.’’

‘OPERASYON LI DIJÎ 15 SIBATÊ YE’

Uysal da zanîn ku dozger dixwazin tol ji gelê Şirnexê hildin û wiha got: “Li Şirnexê gelek caran bi hincetên îxbar û şikê welatî tên binçavkirin û berdan. Her wiha ji beriya 15’ê Sibatê roja salvegera Kompoloya Navneteweyî  ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev operasyon gelek balkêş e û diwazin gel serî bitewîne. Dîsan her rojên weke 8 û 21’ê Adar û 15’ê Tebax û 27’ê Mijdarê operasyonên binçavkirinê li dijî gel tên destpêkirin. Ev operasyon jî li dijî 15’ê Sibatê bû û dixwazin pêşî li bertekên gel bigrin û bêşî li ba hevhatina gelan bigrin.”