Ciwanan li Ranyayê standa pirtûkên Rêber Apo vekir

Ciwanên Ranyayê di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de, li Zanîngeha Ranyayê standeke pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekir.

Di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de rolek girîng dikeve li ser milê ciwanan. Li gelek deverên cîhanê bi şêweyên cûr bi cûr ciwan tevlî vê pêngavê dibin.

Herî dawî li Başûrê Kurdistanê ciwanan li Zanîngeha Ranyayê standek bi pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan vekirin. Ji endamên ciwanan Çiya Raperîn diyar kir ku ji bo serkeftina pêngavê ew weke ciwanên Ranyayê çi ji destê wan were wê pêk bînin.

Standa ku bi pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatî vekirin, ji aliyê gel û ciwanan ve rastî eleqeyek mezin tê.