Ciwanan li Qendîlê dest bi çalakiya Mertalên Zindî kir

Ciwanên Başûrê Kurdistanê, li dijî êrîşên dewleta Tirk li Binarê Qendîlê dest bi çalakiya Mertalên Zindî kirin.

Ciwanên Başûrê Kurdistanê ji bo pêşî li dagirkeriya artêşa Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê bigirin, berê xwe dan Qendîlê. Piştî ku ciwan gihiştin Binarê Qendîlê di saet 16:30'an de bi daxuyaniyek ya çapemeniyê çalakiya xwe ya Mertalên Zindî dan destpêkirin.

Daxuyaniya li ser navê ciwanan ji aliyê Eyhem Başûr ve hat xwendin û ev tişt hatin gotin: “Êrîşên dagirkeriyê li ser xaka Başûrê Kurdistanê di domin, li aliyek dewleta Tirk a faşîst leşkerên xwe di veguhêze ser xaka Başûr, li aliyê din jî xerakirina demografiya Kerkûk û navçeyên ji Herêma Kurdistanê qutbuyî, bûye metirsiyek mezine li ser destkeftiyên gelê Kurd li vî beşê welat. Ev metirsî ne tenê li ser navçeyên bi nakok in, di heman demê de metirsiye li ser tevayî xaka Kurdistanê ye. Divê haya gelê Kurd ji vê metirsiyê hebe. Dewleta Tirk hewl dide xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Em jinên ciwan ên têkoşer û ciwanên welatparêz, dibêjin ku tenê rêya li hember derketina dewleta Tirk ew e ku gelê Kurd bi taybetî jî ciwan li dijî dagirkeriyê serî hildin. Divê em waneyek wisan bidin Tirkiye ku êdî ew ji bîr nekin.

Em îro li Binarê Qendîlê wek Mertalên Zindî yekem pêngav ji bo parastina herêma Biradost , xaka Başûrê Kurdistan û deskefiyên netewa Kurd diavêjin. Em bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê dikin beşdarî çalakiya Mertalên Zindî ya li Qendîlê bibin.”