Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Ciwan li dijî polîtîkayên zextê tevlî PKK’ê bûn

30 ciwanên Kurd li dijî polîtîkayên zextê û provakasyonên ku bi pakêta ewlekariya hundir a AKP’ê ya li Tirkiyeyê û Kurdistanê derketiye asta herî jor, beşdarî refên PKK’ê bûn.

30 ciwanên Kurd li dijî polîtîkayên zextê û provakasyonên ku bi pakêta ewlekariya hundir a AKP’ê ya li Tirkiyeyê û Kurdistanê derketiye asta herî jor, beşdarî refên PKK’ê bûn. Ciwanên PKK’yî gotin: “Li Kurdistanê her pel wê bi pêşengiya Rêber Apo azad pêl bidin.”

Komeke ciwanên ku gihiştinê Herêmên Parastina Medya, diyar kirin ku ew li hemberî polîtîkayên çewisandin, zext û asîmîlasyonê yên AKP’ê serî natewînin û beşdarî refên PKK’ê bûn. Ciwanên ku danezana têkildarî beşdarbûna xwe de ji ajansa me re xwendin, kêfxweşiya ji rûyê wan dihat dîtin.

Di danezana ciwanan de ya têkildarî gelê Kurd û hêzên demokratîk de, bal kişandin ser têkoşîna Azadiyê ya ku  PKK ev 36 sal e dimeşîne. Daneza beşdarbûnê ya ciwanan ku ji raya giştî re aşkera kirin wiha ye:

“Damezrandina Partiya me PKK’ê 36 sal li pey xwe hişt, em şehîdên xwe bibîr tînin û em soza rêhevaltiya têkoşîna wan didin.  Li erdnîgariya ku em dijiyan şer roj bi roj mezin dibe. Navenda ku herî zêde şer, texrîbat lê kiriye, erdnîgariya Kurdistanê ye.

Em polîtîkayên qirkirin û komkujiyên derveyî mirovahiyê yên hêzên mêtinger û emperyal  roj bi roj zêde dibin, şermezar dikin û lanet dikin. Cejna vejîn û berxwedanê ya destanî ya ku Reberê Qehreman ê Kurdistanê, gel û gerîla, afirîndiye sala 36. dijî. Em jî bo parastina van qezencan û her wiha ji bo ku ev polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên tên meşandin, bê bandor bên hiştin û vala bên derxistin, beşdarî refên têkoşîna tevgera PKK’ê dibin. Sedema herî bi bandor a di girtina vê biryara me de ev e ku, polîtîkaya înkar û îmhayê ya ku dewleta netewe ya şoven civakî ya Tirkiyeyê ya li ser gelê Kurd dimeşîne ye. Şerê ku AKP’ê di demên dawî de li Bakurê Kurdistanê dimeşand û qezenc nekir, xwest di şexsê Kobanê de li Rojavayê Kurdistanê qezenc bike, lê ev ji xeyalê wêdetir nîn bû. Berxwedana gelê me ya li Kobanê, Şengal, Kerkuk û her derê Kurdistanê, ne bexwedanek ji rêzê bû.  Hêzeke ku karaktera herêmî û global a mêtinger derdixe holê û çareser dike ye. Êdî li Kurdistanê her pel wê bi pêşengiya Rêber Apo pêl bide û her dara hişk wê nû ve şîn bibe. Berdêl û têkoşîna 36 salan tevgera me mezin kiriye û pêş xistiye.

Herî dawî bandora ku berxwedana Kobanê afirandiye mînaka nîşaneya têkoşîna mafdar û rewa ya tevgera Kurd e. 1’ê Mijdarê wek Rojava Kobanê ya Cîhanê hatiye pîrozkirin ev dîroka berxwedana destanî, ji bo Kurdan tarîtî ronî kirine.  Li Kobanê, Şengal, Kerkuk, Til Temîr û herî dawî jî li Giyadîn a Agiriyê êrîşên dijminahî û operasyonên qirkirinê pêk hatine, Kurdistan anîne asteke ku bê şer nayê jiyînê. Em ciwanên welatparêz û şoreşger, ji vir ji refên PKK’ê bang li AKP’ê û çeteyên taşeron dikin; An hûn ê Kurdistanê terk bikin an jî hûn ê têkçûna herî mezin bijîn’. Heta hûn li Kurdistanê bin wê têkoşîna me bê navber bimeşe. Di heman demê de li dijî êrîşên li her derê Kurdistanê me nekarî bêdeng bimînin. Ji ber vê me biryara beşdarbûnê girt. Em bang li hemû kesî dikin, li djî komkujiyên tên jiyîn, li dijî têkoşîna birûmet bêdeng nemînin.  Li refên PKK’ê cihên xwe bigirin.”

Piştî xwendina peyamê ciwanan beşdarbûna xwe bi govendê pîrozkirin û dirûşmên ‘Bijî Kurdistana Azad’, ‘Bijî Rêber Apo’ berz kirin.

Piştre Demhat Serhat ê beşdarî gerîla bûye axaftine kir. Serhat Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û  diyar kir ku ew ji bo helwesta dewleta Tirk ya ku pêşî li ciwanên Kurd digirin, vala derxînin beşdar bûye. Serhat bang li hemû ciwanan kir û got: “Ez we hemûyan dipêm refên gerîlayan.”

Ciwanekî din ê nû beşdar bûye jî Ocalan silav kir û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye bibîr anî. Ciwan got ku ji bo li dijî lîstikên qirêj yên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd bibe bersiv beşdar bûye û got: “Îro li Rojava şoreşek mezin tê jiyîn. Ev şoreş têkoşîna azadiyê ya hemû gelan e. Ez jî wek ciwanekî Kurd azadiya her çar parçeyê Kurdistanê dixwazim.”

 

...