Civîna PDK-YNK'ê li bajarê Silêmanî dest pê kir

Endamên polîtburo yên PDK û YNK'ê, ji bo nirxandina hilbijartinan, têkiliyên PDK-YNK'ê û krîza bi Bexdayê re dijîn, li Silêmanî li hev civiyan.

Endamên polîtburo yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştiman a Kurdistanê (YNK), li polîtburo ya YNK'ê ya li Silêmanî li hev rûniştin.

Di nava heyeta PDK'ê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî û endamên polîtburo ya PDK'ê Fazil Mîranî, Hoşyar Zebarî, Roj Nûrî Şawês, Mahmûd Mûhammed, Azad Berwarî û Dilşad Şehab hene. Di heyeta YNK'ê de jî Hêro Îbrahîm Ehmed, Sadî Ehmed Pîrê, Mela Bextiyar, Şêx Cafer Mistefa, Şoreş Îsmaîl, Aso Mamend, Omer Fetah, Hakîm Qadir cih digirin.

Mijara hevdîtinê; têkiliyên PDK-YNK'ê, hilbijartinên Herêma Kurdistanê û Iraqê, bûyerên piştî referandûmê li Herêma Kurdistanê qewimîn û pirsgirêkên bi hikumeta navendî ya Iraqê re ye.