Endamê YPS'ê Zîndan Bor ê li Wanê di 21'ê Îlona 2016'an de jiyana xwe ji dest da, çîrokeke jiyanê ya bi berxwedanê dagirtî li dû xwe hişt. Zarok bû ket zîndanê, tevlî berxwedana Kobanê bû û taliyê li axa lê ji dayik bû jiyana xwe ji dest da.
ANF
WAN
sêşem, 31 rêbendanê 2017, 07:10
Zîndan Bor hê di emrê zarokatiyê de têkoşîna azadiyê ya Kurd nas kir. Bor di sala 1997'an de li Wanê ji dayik bû. Li ber sîstema perwerdeyê ya dewletê rabû û hema bêjin qet neçû dibistanê. Di 13 saliya xwe de cihê xwe li nava xebatên ciwanan kir. Bor ku bi wêrekî, jîr û dilsoziya xwe ya bi hevalan re dihat naskirin, di meşekê de hate binçavkirin û girtin. Di 14 saliya xwe de girtîgeh dît. Tevlî greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Gelek caran qewîşa lê dima şewitan û nerazîbûn nîşanî tecrîdê da. Piştî salekê hat berdan. Li dû berdanê, karê xwe yê li nava ciwanan dewam kir. Di sala 2011'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Li nava refên gerîla ji lingê xwe birîndar bû. Hê lingê wî baş nebûbû, bi vîna xwe biryar da tevlî berxwedana Kobanê bibe. Cihê xwe di nava berxwedana destanî ya ciwanên leheng ên gelê Kurd de li Kobanê cih girt. Zîndan Bor bi rengekî bêhempa li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên barbar li ber xwe da û di vî şerî de ji her du lingê xwe birîndar bû. Piştî tedawiya wî qediya, vê carê biryar da tevlî eniya xweparastinê ya li Bakurê Kurdistanê bibe. Zîndan Bor hat bajarê lê ji dayik bûye Wanê û tevlî nava refên YPS'ê bû.
'EZ Ê JÎ ROJEKÊ BIBIM GERÎLA...'
Dayik Sureyya Ozdemîr anî ziman, ku jiyana Zîndan Bor her tim li ser xeteke zelal bû û qala kurê xwe kir: "Piştî ku hevserê min ket girtîgehê, neçar mam tevî du kurên xwe jiyana xwe îdare bikim. Min gelekî ji zarokên xwe hez dikir. Gelekî bi Zîndan ve bûm û min dixwest timî wî maçî bikim, lê ji ber ku wî hezkirina xwe ya ji mirovan nexwest bide hîskirin, nedihişt. Piştî ku dest ji dibistanê berda, bi dilxwazî cihê xwe di nava karên ciwanan de girt. Timî alîkarî dida mirovan û ti carî ken li rûyê wî kêm nedibû. Di karê malê de jî timî alîkarî dida min. Gelekî dilsozê hevrêyên xwe bû. Ew danî malê û xwarina xwe bi wan re parve dikir. Rojekê dema di televîzyonê de gerîla dît got, 'Dayê ez ê rojekê bibim gerîla û eger şehîd bûm, tu qet negirî. Hinê li destê min bike. Canê min ji partiyê, ji yê gerîla ne hêjatir e'. Bêguman dilê dayikekê îdare nake. Ez hêrs bûm."
JI MIDÛRÊ GIRTÎGEHÊ TANK Û MOLOTOF XWEST
Dayika Sureyya Ozdemîr qala bîranîneke Zîndan Bor a li girtîgeha Bedlîsê kir: "Rêveberiya girtîgehê timî giliyê Zîndan dikir. Zîndan rojekê lîsteyek ji daxwazan radestî midûrê girtîgehê kir. Ji Midûrê Girtîgehê tank, bombeya destan, molotof, benzîn û çek xwestiye. Dema min ev yek ji gardiyan bihîst, gelekî matmayî mam. Li gorî gotinên gardiyan, midûrê girtîgehê jî ji bo van daxwazên Zîndan bersiva 'mixabin, ev li ber destê me nîne' daye. Ji bo Rêbertî ket greva birçîbûnê û bi şewitandina qewîşê nerazîbûn nîşanî tecrîdê dida."
'DAYÊ, MIZGÎNIYA MIN LI TE; ME KOBANÊ AZAD KIR'
Dayik Ozdemîr anî ziman, piştî ku Zîndan ji girtîgehê derket, rojekê polîsan kemîn danîn pêşiya wî û Zîndan Bor piştî vê bûyerê nema karîbû bisekine û tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû: "Polîsan dor li Zîndan û hevalên wî girtibûn. Bi qasî ji min re hat gotin, kêr li polîsekî ku hewl dida wî bigire, xistiye û reviya ye. Dixwest tevlî nava refên gerîla bibe. Ji bo xatir bixwaze hat malê. Li her du pîrikên xwe pirsî, lê belê li malê tenê birayê wî Vedat hebû. Di du rojên destpêkê de li maleke din xwe veşart. Li bendê bûm ku vegere, lê êdî gelekî dereng bû. Parçeyek ji canê min, kurê min êdî tevlî nava refên gerîla bû. Çar salan ez bê sekin lê geriyam û min xwest agahiyekê jê bigirim. Piştî ku di şerê Kobanê de birîndar bû, Zîndan li me geriya û ez jî hingî ji kêfa li şûna xwe rûniştim. Piştî demeke dirêj ew dengê Zîndan dihat guhê min. Ev ji bo min gelekî girîng bû. Dema ku cara duyemîn geriya, ji min re got, 'Dayê, mizgîniya min li te; me Kobanê azad kir'. Çend roj piştî vê mizgîniyê hat Wanê."
'ZÎNDAN GOT, KU EW Ê TESLÎMÎ DIJMIN NEBE'
Bor ji bo tevlî karê YPS'ê bibe hat Wanê. Ji dayika xwe Ozdemîr re dibêje, ew ji bo mayînê hatiye. Hêzên dewletê yên pê hesiyan ku Zîndan BOr hatiye Wanê, gelek caran davêje ser mala malbata Ozdemîr û gefa "Em Zîndan Bor li ku bigirin em ê wî bikujin" dixwin. Dayik Ozdemîr wiha dewam kir: "Min ev gefên dewletê gihand kurê xwe û jê xwest ji Wanê biçe. Kurê min Zîndan jî li ser vê yekê got, "Eger rojekê bikevim destê dijmin, ez ê teslîm nebim. Heta kêliya dawî ez ê şer bikim û fîşeka dawî jî berdim serê xwe." Kurê min heta kêliya dawî şer kir û teslîm nebû."
'JI BO TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA KURDISTANÊ DIXWEST XWE FEDA BIKE'
Xal Bulent Ozdemîr jî anî ziman, ku Zîndan mirovekî rû li ken bû, fedakar bû û diyar kir, yekane daxwaza wî ew bû ku dixwest xwe ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê feda bike.
Xaltîka Zîndan Bor Kader Ozdemîr jî got, "Min gelekî hez ji xwarziyê xwe Zîndan dikir. Min got, eger tiştek bi serê wî bê, ez ê jî bimirim. Me henek bi hev dikir, min rojekê ji Zîndan re got, 'eger berî te tiştek bi serê min bê, tu xwîna min li erdê nehêle'. Zîndan piştre digot, 'Tu xeman nexwe xaltîkê. Tiştek bi serê te hat, ez ê bi qemyonekê tije teqemenî hem derdorê hem xwe biteqînim'. Bîranînên wî, ew rûkeniya wî her tim li pêş çavên min e."
Kader Ozdemîr qala dema ku Zîndan Bor jiyana xwe ji dest dide dike (21'ê Îlona 2016 - Wan-Rêya Armûşê): Ez li derve bûm, gelek dengê çekan hat. Mîna ku tiştekî nebaş bûye, tiştek ket dilê min. Min di wê kêliyê de ji dayika xwe re got, 'gelo vê carê mala kê şewitandin'. Wê şevê min di xewna xwe de Zîndan dît. Piştre min bihîst ku du endamên YPS'ê jiyana xwe ji dest dane. Zîndan Bor (Vedat Berxwedan) û Mehmet Yalçin (Amed). Ez û dayika min, em çûn cihê bûyerê. Heta wê kêliyê min nizanîbû ku Zîndan şehîd bûye. Piştî ku şahidan qala yê şehîd bûye kirin, hingî min fêhm kir ku Zîndan şehîd bûye."