Cezayê dîsîplînê dan girtiyên li ber kincê ji yekrengî rabûn

Îdareya Girtîgeha Tîpa D a Amedê, cezayê dîsîplînê da girtiyên ku ji bo şermezarkirina zexta lixwekirina kincê ji yek rengî derneketin hevdîtinê.

Girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa D a Amedê tên girtin, ji bo lixwekirina kincê ji yekrengî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin, biryar dan ku ji 1'ê Çileyê heta 1'ê Sibatê mehekê tevlî hevdîtinan nebin. Rêveberiya girtîgehê der barê girtiyên ji destpêka meha Çileyê ve dernakevin hevdîtinan, dest bi lêpirsînê kir.

Îdareyê di encama vê lêpirsînê de cezayê ragihandinê da girtiyên derneketin hevdîtinê.