Ceylan: YSK'ê kemîn danî pêşiya me

Hevşaredarê Baglarê Zeyyat Ceylan nerazîbûn nîşanî biryara YSK'ê da ku mazbatayên hevşaredarên hatine îxrackirin nadê û li şûna wan dide namzetên AKP'î. Ceylan got, YSK'ê xefik daniye pêşiya wan.

Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ragihand ku ew ê mazbatayê nedin kesên bi biryarnameyên di hukmê qanûnan de hatine îxrackirin û di hilbijartina 31'ê Adarê de hatine hilbijartin. YSK'ê, diyar kir ku ji dêvla kesên bi biryarnameyê hatine îxrackirin û bûne hevşaredar û şaredar wê mazbatayê bidin kesên di rêza duyemîn de. Hêjayî gotinê ku di hilbijartina 31'ê Adarê de yek ji cihên ku herî zêde HDP'ê deng jê girtin navçeya Baglarê ya Amedê bû. Li navçeya Baglarê namzetê HDP'ê Zeyyat Ceylan bi rêjeyeke bilind hatibû hilbijartin, lê belê ji ber wexta mamoste bû bi biryarnameyê hatiye îxrackirin, namzetê AKP'ê yê Baglarê Huseyîn Beyoglû îtraz kiribû û xwestibû mazbatayê bidin wî. Hevşaredarê Baglarê Zeyyat Ceylan têkildarî biryara YSK'ê axivî û da xuyakirin ku YSK'ê li dijî wan kemîn danî.

'AMADEKARÎ BI PLAN E'

Ceylan bal kişan li ser pêvajoya serlêdana namzetiyê û wiha axivî: "Ji bo ku em bibin bernamzet berî her tiştî weke ferdek vê partiyê me serî li partiya xwe da. Partiya me serlêdana me qebûl kir û li Baglarê jî em çûn pêşhilbijartinê, ez û hevala xwe Zubeyde Zumrut ji aliyê gelê xwe ve hatin hilbijartin. Piştî em ji aliyê gel ve hatin hilbijartin me ji bo namzetiyê di 19'ê Sibatê daxwaz name da YSK'ê û di 3 Adarê de jî ev pêvajoya namzetiyê qediya. Di dema serlêdana me de YSK'ê tu astengî ji bo namzetiya me dernexist û namzetiya me qebûl kir. Di vê çarçoveyê de heta 31'ê Adarê me kampanyek bi çoş û kelecan domand. Di navçeyê de di rêza herî bilind de ji sedî 71 me deng girt û em hatin hilbijartin. Heta roja çarê tu pirsgirêk tunebû û piştî çarê mehê minaka keyayê Doganşehîrê anîn pêşberî me. Li ser vê yekê jî namzetên AKP'ê daxwazname dan YSK'ê û xweestin mazbatayê nedin me û mazbata ji bo wan bê dayîn kirin. Di encama civînên rojane YSK'ê biyar da û ragihand ku ew ê mazbatayê nedin kesên bi biryarnameyê hatine îxrackirin. Ev tiştek bi plan kirî û siyasî ye."

'YSK'Ê HIQÛQ BINPÊ KIRIYE'

Ceylan anî ziman ku YSK'ê pêvajo xera kiriye û  wiha pê de çû: "YSK ev kemîn li pêş me danî. Hiqûq binpê kirine. Hem bi nedayîna mazbatê hiqûq binpê kirine û hem jî bi dayîna mazbata ya namzetê duyemîn hiqûq binpê kirine. Em ê serî li Qanûna Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa bidin. Endamtiya 4 endamên meclîsa me hatin xistin. Em ê vê yekê bibin Dadgeha Qanûna Bingehîn. Em dixwazin li gorî qanûnan tev bigerin. Em dixwazin hem der barê hilbijartinê de û hem jî der barê tecrîdê de gavên aştiyane bavêjin. Em dixwazin dawî li van îhlalan bînin. Em dixwazin wezareta dadê têkeve nava tevgerê û rola aştiyê dîne ser milê xwe. Em ê heta dawî li vîn û mafê gelê xwe xwedî derkevin."

'FAŞÎZIM TÊK ÇÛ'

Ceylan da zanîn ku di aliyê hiqûqî de tu rêbazên sûç ji bo me nedîtin û bi YSK'ê serî li rêbazek wiha dan. Ceylan destnîşan kir ku li Kurdistanê herdem Rewşa Awarte heye û ev tişt got: "Di dema hilbijartinê de jî me baş dît ku ji bo Kurdan tenê Rewşa Awarte heye. Herdem û her kêlî em tên sûçdarkirin û em têne cezakirin. Ji roja ewil heta roja îro qirkirinên siyasî li hemberî partiya me tên pêkanîn. Dewlet û saziyên girêdayî wê hemû hêza xwe bikaranî ku di hilbijartinên 31'ê Adarê de em bi sernekevin. Dewlet bi hêza xwe û saziyên xwe nekarî bi vîna gel. Niha jî plan û rêbazên qeyûman vîna gel xesp kirin. Partiya ne şiara ‘Em mê li Tirkiyê bi faşîzmê bidin windakirin û Kurdistanê ji qeyûman paqij bikin'. Em li Tirkiyê û Kurdisanê bi serketin û faşîzim têk çû. 17 sale AKP li ser îxtidarê ye û cara ewile wiha teng dibe. Gel îxtidar hejan û niha jî li rêyên ku bikarin xwe li ser lingan bigrin digerin. Ji bo vê jî êrîşî HDP'ê û Kurdan dike."

'LI PÊŞBERÎ GEL WÊ WERIN DARIZANDIN'

Ceylan destnîşan kir ku li cihê ku hilbijartin pêkhat HDP bi serkeftinek mezin biserket û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em nikarin bibêjin li Şirnex, Qilaban, Elkê, Şemzînan, Çelê, Riha û navçeyê wê hilbijartin pêk anî. Hilbijartin li van herêman dibin sêwana polîs û leşkeran de pêk hat. Bi awayek plankirin Şirnex û gelek navçeyên me bi awayê leşkerî hatin destxistin. Li cihê ku hilbijêr kêm hatin veguhstin em bi serketin. Lê cihên weke Şirnexê bi awayekê hate xespkirin. Cihê vê zilmê li tu ol û baweriyan de tuneye. Ev zilme û xespkirina vîna gelan e. Kesên ku li ser ol û baweriyê rawestin divê rastbin û diziyê nekin. Lê van kesan para xwe ji yekê jî negirtiye. Dê AKP-MHP li hemberî gel were darizandin."

'EM Ê VÎNA GELÊ XWE BÊ XWEDÎ NEHÊLIN'

Ceylan anî ziman ku dê vina gelê xwe bê xwedî nehêlin û wiha axaftinê xwe bi dawî kir: "Em ê bi gelê xwe re dest bi reze çalakiyan bikin. Ji çalakiya rûniştinê bigre heta meşand û daxuyaniyên çapemeniyê me ê li dar bixin. Em ê bi gelê xwe re têkoşîna xwe demokartîk bidin. Em ê lingê hiqûqê ji têxin dewrê. Em ê destpêkê serî Dadgeha Bilind a Tirkiyê bidin û piştî wê jî serî DMME'yê bidin. Di her alî dê de berxwedana me wê bidome. Dibe weke qeyûm namzetê AKP'ê bê li ser kar, lê tu carê em gelê me temsil nake. Em ê meclîsa xwe ya şaredariyê ava bikin û xebatên xwe bimeşînin."