Ceylan: Dixwazin têkoşîna Kurdan bifetisîn in

Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Amedê Zeyat Ceylan diyar kir ku bi êrîşa li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin têkoşîna Kurdan bifetisîn in û got, divê em vê firsenda dîrokî binirxînin û yekîtiya xwe ava bikin.

Tirkiye û çeteyên OSO di 9'ê Cotmehê de bi tang, top û balafiran êrîşî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di roja 9'an 17'ê Cotmehê de piştî Tirkiye bi DYA û Rusya re mutabakata agirbestê îmze kir, dîsa Tirkiye êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam kirin. Êrîşên li ser herêmê di roja 18'an de berdewam dike. Bi taybetî êriş li diji Başûrê Girê Spî û Rojhilatê Bajarê Serêkaniyê êrîş berdewam dikin. 

Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Amedê Zeyat Ceylan têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û mijara Yekîtiya Neteweyî ya Kurd nirxand.
 
‘XETA GELAN’

Ceylan da zanîn ku gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeta gelan vekir û ji bo vê yekê bû hedefa Tirkiyeyê. Ceyalan anî ziman ku êrîşên li dijî Bakur û Rohilatê Sûryeyê bi pirsgirêka gelê Kurd re girêdaye û wiha axivî: “Pirsgirêk û aloziya Sûryeyê di sala 2011’an de dest pê kir. Ji ber ku Kurd civakek bi rêxistin kirîbûn, ne ligel rejîmê ne jî ligel çeteyan cih girtin û rêya demokrasî û xeta gelan vekirin. Xeta Kurdan li Sûryeyê av kir ji aliyê tevahiya dinyayê ve hate pîroz kirin û girîng dîtin. Kurdan bi xwîn û keda xwe li dijî çeteyan şer kir û bi deh hezaran li ser vê rêyê şehît dan û gihiştin serdema pîroz. Di roja me ya îro de ji ber ku dewleta Tirk hîn jî Kurdan înkar û dixwaze tune bike, êrîşî li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Dewleta Tirk destkeftiyên Kurdan ji bo xwe xetere dibînin û ji bo vê yekê di her alî de êrîşî Kurdan dike.”

‘EV ÊRÎŞ DAGIRKERI YE’

Ceylan destnîşan kir ku di çavên dewleta Tirkiyeyê de her ferdekî Kurd terorîste û wiha pê de çû: “Tirkiye xelkê Bakur û Rojava weke terorîst dibîne. Ji bo vê jî zemîna êrîşê vedike û bi zemînê dixwaze Rojava dagir bike. Tu Kurd û gelên dinyayê vê êrîşa dagirkirinê qebûl nake û wê tu carê jî qebûl nekin. Herdemê jî wê gel li dijî vê êrîşê bertekên xwe bînin ziman û li Rojava xwedî debikevin. Ji ber ku xelkê Rojava mafdarin û yên xwedî, xak, bawerî û têkoşînê ew in. Di heman demê de êrîşên li ser xaka Rojava zilm û dagirkeri ye. Em weke gelên Kurd û HDP’ê em ê tu carê vê dagirkirinê qebûl nakin û li hemberî êrîşan cihê xwe li gel Rojava bigrin. Divê dewleta Tirkiyeyê bi aqlekî selîm tev bigere û dev ji siyaseta xwe ya îmha û înkarê berde.”

‘DIVÊ EM YEKITIYA XWE AVA BIKIN’

Ceylan bilêv kir ku li dijî hemû êrîşa wê dîsa Kurd bi ser bikevin û wiha got: “Bi van êrîşan tê xwestin ku Kurd bên tunekirin. Tevahiya cîhanê reng û dengê berxwedanê dît û bihist. Berî sed salan weke îro dîsan yekitiya Kurdan ji bo destkeftiyên xwe biparêzin girîng bû. Mixabin berî sed salan derfetan dest nedida ku Kurd yekitiya xwe ava bikin û werin li ba hev. Îro derfet di deste Kurdan de heye ku yekitiya xwe ava bikin. Divê em vê firsenda dîrokî binirxînin, divê Kongreya Neteweyî ya Kurd pêk bê û yekîtî çê bibe. Ev ne meseleyek partiyî ye, meseleyek neteweyî ye. Divê em ji vê sed sala dawî ders derxinin û ji bo ku em hîn zûtir bigihin armanca xwe yektiya neteweyî şert e. Ji her demê bêhtir pêdiviya Kurdan bi yektiyê heye. Divê her Kurdek, saziyek û partiyek li gorî vê bingehê tev bigere."