Cenga Heftanînê gelek plan pûç kir

Ew him rûmeta Kurdistanê diparêzin, him jî erka wan ev e ku li her deverên Kurdistanê bergiriya dagirkeriyê bikin. Bi dehan gerîlayên li herêma Heftenînê şer kirin, planên dagirkeriyê Tirk pûç kirin.

Gerîlayên qehreman di her kêliyê de xwe di jiyana rast de mîna ava zelal diherikînin ku heta bibin kêliyek ji vê dîrokê, bibin mirovên mezin û xwe di nav jiyana PKK’ê de ava dikin. Li qada cengê ya Heftenînê, di 19’ê Cotmehê de li Heftenînê, du gerîla dibin stêrk û li ser xwezaya Heftenînê roniya wan heye. Ew gerîlayên ku bi navê Argêş Cûdî (Harûn Akyol) gerîla Dijwar Koçer (Egîd Kaçar) di riya azadiyê de îsrar kirin û tevlî karwanên nemiran dibin.

‘DAGIRKER TÊK BIRIN’

Gerîla Argeş, di sala 1998’an de li Şirnêxê ji dayîk dibe û di sala 2015’an de li Şirnexê tevlî nava refên PKK’ê dibe. Dema serhildanên gel çêdibin bi vê seknê pir bandor dibe û dixwaze ew jî weke ciwanekî Kurd cihê xwe di nava vê berxwedaniyê de bigire. Bi vî awayî biryara xwe ya tevlîbûnê dide. Dema tevlî dibe, tişta ku herî zêde pê bandor dibe ew hevaltiya germ ku di nava jiyana gerîla de dibîne û wiha behs dike, “Min herî zêde li ser hevaltiya ku di nava PKK ê de tê jiyîn fikirîm û pê bandor bûm, di nava şer de dikarin xwe bidin ber bi guleyan, dema mirov vê dibîne hema mirov dibêje ji bo hevalên xwe çiqasî kar bikim jî ne poşman im.”

‘JI BO AZADIYA KURDISTANÊ ŞER KIRIN’

Gerîla Egît Kaçar ango bi navê xwe yê di nav tevgerê de Dijwar Koçer e. Di sala 1996’an li herema Sêrtê tê dinê, di sala 2014’an de li Gabarê tevlî nava refên PKK dibe, bandorbuna wî jî ser jiyan û terzê gerîla çêdibe û wiha behsa tevlîbûna xwe dike:, “Min pir rêxistin nas nedikir lê bi tevlîbûna ku di malbetê de çêdibe ketim bin bandorê û bi taybet dema ku min bi terz û jiyana gerîla bihîst ez pir bandor bûm û min hewil da ku xwe di nava vê jiyanê de cihê xwe bigrim. Dîsa bandorbûna min ser hevalên şehîd çêbû bi pêvajoyê ve girêdayî rewşa Serokatî bû, min dema rewş dişopand, diketim bin bandorê û ev jî dibû sedem ku ez di jiyanê de têbikoşin.”

Dema naskirina jiyana gerîla de di aliyê her hevalekî de hezkirin û girêdaneke hevaltî çêdibe, ji ber her mirovek dema bi vê jiyana PKK’ê dibihîse ne mumkun e nekeve bin bandorê. Herdu gerîlayên leheng jî bi wijdanî û weke erkekî mirovî xwe beşdarî jiyana heqîqetê dikin, li pir qadan dimînin bi hezkirina xwe li çiyayên welatê xwe ew dibin milîtan û di pratîkên çiyayan de ku weke qadên Heftanîn, Zap û di herema Botanê de dibin xwedî tecrube û kesayetên bi mînak.

‘RÊKA BERXWEDANÊ HILBIJARTIN’

Jiyan bi zor û zehmetî tê ava kirin û bi zehmetiyên xwe dibe xwedî wate. Şer jî jiyanê temam dike şer û jiyan di nav hev de diherikin, yek yekê temam dike di herdu aliyen de jî pêwîstî bi naskirinekê pir dijwar heye. Her çiqas şer hinek şertan ferz dikin jî lê jiyan bi zor û zehmetiyên xwe mirovan fêrî her tiştan dike, ev jiyan jî jiyana qehremanên rûmetê gerîla ne. Ji bo azadiyê sînga xwe vedikin û ber bi bihuşta Kurdistanê ve diçin. Kesên ku bi vê azadiyê bawer dikin û di riya wê de xwe feda dikin jî milîtanên Rêber Apo ne. Ji ber ku bi hêvî û armancên xwe ve pir girêdayî ne ew dighîjin serfiraziyê, minakên vê yekê jî pir derketine. Gerîlayên HPG’ê Argêş û Dijwar jî di nava vê destanê de li çiyayê Heftenînê û di hembêza axa xwe de bûn rêwî, bûn agirekî geş, bi têkoşîneke dijwar di her qadê de rola pêşengtiyê wergirtirtin ser milê xwe. Di agirê azadiyê de şop hiştin.