Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Gokalp û Ayhan radestî malbatên wan hatin kirin

Gerîlayên HPG’ê Dîlan Gokalp û Vedat Ayhan ku li bejahiya Licê di şer de şehîd bibûn, cenazeyên wan radestî malbatên wan hatin kirin û ber bi bajarên wan ve hatin birêkirin.

Di 3'yê Hezîranê de li bejahiya mezrikên Hemza û Aantîxanê yên gundê Barahyê yê Licêya Amedê di nava gerîlayên HPG'ê û leşkerên Tirk ên dagirker de şer derket. Di şer de gerîlayê HPG’ê Vedat Ayhan (Mahsûn Hêşetî), Dîlan Gokalp (Zîn Amed) û HPG'iyekî/e din a navê wî/ê nehat hînkirin şehîd bibûn. Cenazeyên gerîlayên HPG'ê sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) a Amedê hatibûn kirin.

Malbatên gerîlayên HPG'ê ji bo teşxîskirinê serê sibehê hatin ATK'ê. Piştî teşxîskirinê cenazeyê Ayhan ber bi gundê Hêşetiyê yê Sêrtê û cenazeyê Gokalpê jî ber bi navçeya Bismilê ve hatin birêkirin.

Her wiha hat hînkirin ku cenazeyê gerîlayê/a HPG'ê navê wê/î nehat hînkirin li ATK'ê ye.