Cenazeyê şervanekî û 3 welatiyan li Minbicê hatin veşartin

Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên şervanekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û 3 welatiyên ku li gundê Cib Mexûm jiyana xwe ji dest dabûn, veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl cenazeyên şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Hemdan (Hemûdî), welatiyên sivîl ên bi navên Mihemed Nûr El-Hesen, Receb Remedan El-Ezawî û Ebdo Xelef El-Hesûn ên ku li gundê Cib Mexzûm a başûrê bajêr di berxwedana li dijî êrîşên DAIŞ′ê de, jiyana xwe ji dest dabûn, wergirtin û ber bi Goristana şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê merasîmekî leşkerî ji aliyê Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hate lidarxistin. Piştre Fermandarê Meclîsê Ednan Ebû Emced axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Her wiha Hevseroka Melcîsa Sivîl a Minbicê Sozdar Xalid axivî û bang li malbatên şehîdan kir ku bi serbilindî cangoriyên xwe pêşwazî bikin.

Piştre jî, nasnameyên cangoriyan hatin xwendin û radestî malbatan hatinkirin.

Cenazeyên cangoriyan bi dirûşiman ve hatin veşartin.