Cenazeyê şervanê YPG'ê Tofan Kobanê li Girê Spî hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Xelîl Şukrî (Tofan Kobanê) li bajarê Girê Spî bi merasîmek girseyî ve hat veşartin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Xelîl Şukrî (Tofan Kobanê) li bajarê Girê Spî bi merasîmek girseyî ve hat veşartin.
Şêniyên bajarê Girê Spî û gundewarên wê ji bo veşartina cenazeyê şervanê YPG’ê Xelîl Şukrî (Tofan Kobanê) li xaçerêya El-Ilim a bajar li hev civiyan. Endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser, Hevserokên Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid û Leyla Mustafa, endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û şervanên QSD'ê jî tevlî merasîmê bûn.
Piştî ku cenazeyê Tofan Kobanê ji nexweşxaneya El-Wetenî ya bajêr hat rakirin, li xaçerêya El-Ilimê ji aliyê girseya gel ve hate pêşwazîkirin. Cenaze birin goristana Şehîd Mehmûd Teime ya gundê Tenhûze yê Girê Spî. Li vir merasîm hate lidarxistin.
Merasîmê bi rêzgirtina leşkerî ji aliyê şervanên Erka Xweparastine dest pê kir. Di dewama merasîmê de Dayika Tofan Neîme Elî Osman axivî û got: "Heyanî herêm bi giştî ji terorê rizgar bibe, em ê li rêya kurê bin."
Di dawiya merasîmê de şervanên Erka Xweparastine hevrêyê xwe bi qîrîna dirûşma "ŞehÂıd Namirin" spartin axê.