Cenazeyê Şervanê YPG'ê Ryan Logic ê Birîtanyayî ber bi Başur ve hat rêkirin

Şervanê YPG'ê Ryan Logic bi nasnav Berxwedan Gîvara yê Biritanyayî ku di pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê sedan kesi ve ber bi Başûrê Kurdistanê ve hat rêkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Berxwedan Gîvara bi armanca ku bişînin welatê wî birin bajarê Dêrikê û ji bo di Seriyê Sînor êSêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê were kirin.

Bi sedan welatiyên Dêrikê û Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê ji bo wergirtina cenazeyê Şervanê YPG'ê li ber nexweşxaneya Dêrikê li hev civiyan. Darbesta Berxwedan Gîvara yê ku bi ala welatê wî û gûlan hat xemilandin, ji aliyê Şervanên YPG'ê ve hate rakirin. Girseyê, piştî wergirtina cenaze berê xwe dan Deriyê Sînor ê Sêmalka.

Li Deriyê Sînor ê Sêmalka bi beşdarbûna Hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Fatma Tahîr, Nûnerên Sazî û Pariyên Siyayî yên Rojava û welatiyan bi deqeyekê rêzgirtin merasimek leşkeri hat lidarxistin.

Piştî merasimê Endamê Fermandariya YPG'ê Mihyedîn Xirkî axivî û wiha got: "Em berxwedana Şervanê me yê Birîtanyayî Berxwedan Gîvara li tevayî malbatên Şehîdan û gelê Birîtanya pîroz dikîn. Rêhevalê me tekoşînek mezin da û heta gihişt asta şehadetê, li ber xwe da. Berxwedana YPG'ê wiha kir ku hemû kesên bi wijdan ên cîhanê berê xwe bidin Rojava û tevlî tekoşîna rûmetê bibîn.

Mihyedîn Xîrkî di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya Şehîd Berxwedan Gîvara û hemû şehîdan da.

Di berdewama merasîmê de Hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Fatma Tahir axivî û destnîşan kir ku têkoşerên Rojava terora herî xeter a cîhanê têk birin û wiha pê de çû: ʺŞoreşa me şoreşa mirovahiyê ye. Wijdanê hemû cîhanê zindî kiriye. Şoreşa me şoreşa heqîqetê ye, ji ber wê şervan ji hemû aliyê cîhanê berê xwe didin vir û tevlî şoreşê dibin.ʺ

Piştî axafitnan nasnameya Şervanê YPG'ê yê Birîtanya yê hate xwendin. Girseya gel û dayîkan bi dirûşme û tilîliyan pêşwaziya nasnameya şervan Gîvara kirin. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê Gîvara ber bi Başûrê Kurdistanê ve bi rê kirin.

Tê payîn ku cenazeyê Gîvara teslîmî Sefaretxaneya Birîtaniya ya Başûrê Kurdistanê bike û ji wir jî ber bi Birîtaniya ve were şandin û li welatê xwe were definkirin.