Cenazeyê şervanê YPG'ê Resûl hat veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Newraz Resûl (Nemir Çiya) ê ku îro ji Rojavayê Kurdistanê ber bi Başûrê Kurdistanê ve hate oxirkirin, li bajarokê Jarawe yê Silêmaniyê hate veşartin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Newraz Resûl (Nemir Çiya) ê ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîdbibû, îro ji Rojavayê Kurdistanê bi karwenekî wesayîtan derbasî Başûrê Kurdistanê hate kirin. Piştî ku cenaze gihîşt bajarokê Jarawe yê Silêmaniyê bi merasîmekê cenaze hat veşartin.

Di merasîmê de Endama Komîteya Şehîdên PKK'ê ya li Başûrê Kurdistanê Edîbe Hesen axivî û wiha got: "Wijdana heval Çiya li dijî qetilkirina gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên hov ve qebûl nekir, ji ber vê yekê ji bo parastina gel beşdarî nava refên YPG'ê bû û di oxira wê de gihişte şehadetê."

Piştre jî Mamê şervanê YPG'ê Nemir Çiya, Selîm Hesen li ser navê malbatê axivî û diyar kir ku Çiya ji bo rizgarkirina gelê Kurd û welat ev rê hilbijart û got: "Em weke malbatê şanaziyê bi şehîdbûnê dikin û ji bo me serbilindiye. Ew netenê şehîdê me ye, şehîdê gelê Kurd e."

Her wiha li ser navê Tevgera Azadî jî Seîd Xadid axivî û ev tişt got: "Ji destdana qehremanekî weke şehîd Çiya giran e. Lê ji bo me cihê serbilindiyê ye, ji Başûrê Kurdistanê ji bo parastina xak û gelê xwe berê xwe bide Rojavayê Kurdistanê û ji dijmin re îspat kir ku sînor nabin asteng ji pêşiya yekîtiya gelê me."