Nûçeya Lezgîn: Merasîma çekdanînê wê di 11’ê Tîrmehê danê sibehê be

Cenazeyê şervanê YPG'ê Mihemed Fewaz hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Fewaz El-Îsa (Dilbirîn Qamişlo) ji aliyê bi sedan kesî ve bi merasîmekê hate veşartin.

Ji bo wergirtina cenazeyê têkoşer Dilbirîn Qamişlo ku şevê din di encama nexweşiya dil de jiyana xwe ji dest da, bi sedan kes li ber Mala Gel a Taxa Enteriyê kom bûn. Welatiyan cenazeyê têkoşer wergirtin û bi karwanekî ku ji dehan wesayîtan pêk dihat, ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve bi rê ketin.

Dema ku karwanê wesayîtan gihişt goristanê, şervanê YPG’ê darbesta hevriyê xwe hilgirtin ser milan û ber bi cihê merasîmê ve birin. Li goristanê bi sedan malbatên şehîdan û kesên ji hemû temenan amade bibûn û cenaze bi dirûşim û tilîliyan ve pêşwazî kirin. 

Piştre şervanan merasîmekî leşkerî li dar xistin û deqeyek rêz ji bo hemû şehîdên têkoşînê girtin.

Piştre jî li ser navê YPG’ê û Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata têkoşer re hat xwestin û hat gotin ku gelê Rojava yê ku ji bo azadiya xwe heta niha bi hezaran şehîd dane, ti carî gav paş ve navêje û bi her şehadetê re îsrara wî ya tolhildan û serkeftinê zêde dibe.

Di axaftinan de her wiha Fermandar Xebat Dêrik ku mamosteyê bi hezaran şervanên YPG’ê û yek ji damezrênerên vê hêza leşkerî bû, di salvegera şehadeta wî ya 5’emîn de hat bîranîn.

Di dawiyê de jî soza tolhildana têkoşeran û şopandina rêya wan heta serkeftinê hat dayîn.

Pişît axaftinan cenazeyê Dilbirîn Qamişlo bi dirûşm û tilîliyên dayikan ve hat veşartin.