Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ebûd Silûk hat veşartin

Welatiyên bajarê Girê Spî cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ebûd Silûk, li Goristana Şehîd Mehmûd Tumê veşart.

Bi sedan welatiyên bajarê Girê Spî cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ebûd Hesen ku di 28′ê çileyê de li Minbicê dema ku erka xwe pêk danî şehîd bû, ji nexweşxaneya leşkerî ya bajarê Girê Spî wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Mehmûd Tumê ve ketin rê.

Di merasîm de, Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Girê Spî Hemdan El-Ebid û Leyla Mûsefa, Endamên TEV-DEM′ê û nûnerên saziyên bajêr, amade bûn.

Li goristanê bi deqeyek rêzgitinê ve şervanên Hêzên Erka Xweparastinê merasîmekî leşkerî li dar xistin. Piştre Endamê TEV-DEM′ê Sebrî Nebo û Endama Kongreya Star Xelîze Ebdî axivîn û diyar kirin ku şervanên azadiyê ji bo parastina welatê xwe, gelek bendelên giranbuha dan.

Piştre nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin.

 Cenazeyê Silûk di nava tîlîliyên dayîkan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hat veşartin.