Cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Deham hate veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mehmûd Himêdî Deham li Goristana gundê Til Ehmer ê girêdayî Til Temirê hate veşartin.

Welatiyê bajarên Dibêsiyê û Til Temirê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mehmûd Himêdî Deham ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, ji Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi Goristana gundê Til Ehmer ê girêdayî bajarê Til Temirê ve ketin rê.

Di merasîmê de, endamên Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser beşdar bûn. Li goristanê bi deqeyek rêzgirtinê ve şervanên Erka Xweparstinê merasîmeke leşkerî li dar xist.

Piştre Hevserokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Rêzan Gulo axivî û diyar kir ku şehîd Mehmûd bi dildarî beşdarî nava refên Hêzên Erka Xweparastinê bû û welatê xwe parast. Gulo wiha got: ″Şêniyên bajarê Til Temirê bi fedekarî li dijî komên terorîst li ber xwe dan û bajarê xwe rizgar kirin.″

Piştî ku nasname hat xwendin, radestî malbatê kirin.

 Cenazeyî Himêdî Deham bi dirûşim û tilîliyan ve li goristana gund hat veşartin.