Cenazeyê Gezer ji nexweşxaneyê hat wergirtin

Cenazeyê Garîbe Gezer ku li girtîgehê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da, ji aliyê jinan ve bi dirûşma "şehîd namirin" ji morgê hate wergirtin.

Cenazeyê Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1'ê ya Kandirayê destdirêjî û êşkence lê hate kirin û bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest da, ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kocaeliyê ji aliyê jinan ve hate wergirtin.

Endamên Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad, Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re, Partiya Demokratîk a Gelan û rêxistinên jinan, girseya gel çû Nexweşxaneya Dewletê ya Kocaeliyê. Cenazeyê Gezer ji aliyê jinan ve hate wergirtin.

Bi dirûşma "şehîd namirin" jinan cenazeyê Gezer ji morgê wergirtin. Polîsên Tirk bi gotina 'Şehîda çi' xwest dest li jinan werdin. Lê belê jinan li ber nexweşxaneyê bi dewamî dirûşm qîriyan. Cenazeyê Gezer wê li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê bê veşartin.