Cenazeyê gerîlyê HPG’ê Dûman li Nisêbînê veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mezlûm Dûman ê 23’ê Îlonê di encama êrîşeke hewayî de li bejahiya Şirnexê şehîd bûbû, li Nisêbînê di bin dopêça polîsan de hate veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mezlûm Dûman (Îerzan Kato) ê li gel 6 hevrêyên xwe 23’yê Îlonê li bejahiya navçeya Qilaban a Şirnexê di encama êrîşeke esmanî de şehîd bûbûn, piştî nimûneya testa DNA’yê û şûnde ji aliyê malbatê ve hate girtin. Malbata ku saetên sibê ji navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hatin Şirnexê di bin dorpêçekî zêde ya polîsan de derbasî Goristana Bêkesan a Şirnexê bûn, cenazeyê Dûman ji cihê lê veşartî  derxistin û derbasî Nisêbînê bûn.

Cenazeyê ku di bin dorpêça polîsan de heta Nisêbînê birin, di ketina bajar de kontrola GBT’ê hate kirin. Piştre ji bo veşartina cenaze birin Goristana Yenî Mohrîsê. Ji bo definkirinê ji derveyî 6 kesên rê nehate dayîn ku tu kes tevlî merasîma definkirinê bibin, cenaze ji aliyê malbatê ve hate veşartin.