Cenazeyê gerîllayê HPG’ê Çiyager Amed hate veşartin

Cenazeyê gerîllayê HPG’ê Ramazan Denîz (Çiyager Amed) hate veşartin ê ku di şerê Dara Hênê ya Çewlikê de jiyana xwe ji dest dabû.

Cenazeyê gerîllayê HPG’ê Ramazan Denîz (Çiyager Amed) hate veşartin ê ku di operasyona 9-18’ê Nîsanê de ya di şerê bejahiya Dara Hênê ya Çewlikê de jiyana xwe ji dest dabû.

Li ser daxwaza malbatê cenaze ji Saziya Tîpa Edlî ya Meletiyê hate wergirtin û ji bo veşartinê cenaze anîn Amedê. Cenazeyê Denîz li Goristana Yenîkoyê bi awayê girseyî hate pêşwazîkirin. Hevseroka Bajêr a Amedê ya DBP’ê Rûken Akça jî di nav de, cenazeyê Denîz bi meşê anîn goristanê. Piştî wecîbeyên olî cenaze bi sloganên “Şehîd Namirin” hate veşartin.

 

AKÇA: MAZLÛMÊN DEMÊ LI BER XWE DIDIN

Di merasîma cenaze de ya ku bi rêzgirtinê dest pê kir Hevseroka Bajêr a Amedê ya DBP’ê Rûken Akça axivî û got, “Zarokekî vî gelî, ji ber zilma li ser gelê xwe biryarek da û berê xwe da Çiyayên Kurdistanê. Bi hezaran zarokên me bûn fedaiyên welatên xwe. Baweriyeke wan hebû û ew bawerî wê welat azad bike. Kîjan demê bila bibe wê ev gel azad bibe. Bi sedan sal in ev gel zilmê dibîne lê stûyê xwe xwar nake. Çawa ku Kawayên Hesinkar dawî li zilma Dehaq anîn, îro jî Çiyager wekî mazlûman li ber xwe didin. Em neviyên Şêx Seîd û Seyît Riza ne, ew li hemberî zilmê bêdeng neman û stûyê xwe xwar nekirin.”

Ji malbata Denîz, Mûhlîs Denîz jî spasiyê xwe li kesan kir ên ku beşdarî merasîma veşartinê bûn û got, “Çiyager wekî rêhevalên xwe yên şehîd ji vê zilmê re got êdî bes e û ji bo gelê xwe şehîd bû. Ez jî li vê derê sozê didim ku, ez ê heta dawiyê girêdayî qehremanî û têkoşîna wî bim.”

Sersaxiya Denîz wê li Mala Şînê ya Pîraniyan be.