Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Huseyîn Acar hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Huseyîn Acar ku 5 meh piştî şehîdbûna wî cenaze radestî malbata wî hate kirin, di nava dorpêçiya leşkerî de hate veşartin.

Gerîlayê HPG'ê Huseyîn Acar (Dilşer Herekol) li quntara Çiyayên Amanosê yên li navçeya Dortyol a Hatayê di 18'ê Cotmeha 2020'î de ji ber êrişa hewayî ya Tirk şehîd bûbû, lê ji ber ku bedena wî hatibû parçekirin malbatê nekarîbû nas bike.

Testa DNA'yê jî piştî 5 mehan hate temamkirin û cenazeyê wî doh radestî malbata wî kiribû. Malbata Acar cenaze anî navçeya Dihê ya Sêrtê.

Cenazeyê Acar di nava dorpêçiya leşkerên Tirk de li goristana gundê Yanilmazê hate veşartin. Ji bilî malbata Acar destûr nehate dayin ku kes beşdarî merasîmê bibe.