Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Akdogan li Wanê hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Hozan Akdogan ku li navçeya Qoser a Mêrdînê di şer de şehîd bû, li Wanê bi merasîmekê hate veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Hozan Akdogan ku li navçeya Qoser a Mêrdînê di şer de şehîd bû, li Wanê bi merasîmekê hate veşartin.
16'ê Sibata 2018'an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di şer de gerîlayê HPG’ê Demhat bi nasnav ‘Hozan Akdogan’ li gel 2 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Akgodan ji aliyê malbata wî ve ji Nexweşxaneya Dewletê ya li Qoserê hate girtin û bi şev anîn Wanê.
Cenazeyê Akdogan danê sibê ji Morga Nexweşxaneya Lêgerînê ya Wanê hate girtin û bi merasîmekê li Goristana Surmeli Dogû hate veşartin.