Cenazeyê Ezîz Mihemed hate veşartin

Cenazeyê Sekretrê giştî yê berê yê Partiya Komunîst ê Iraqê Ezîz Mihemed, li Hewlêr hate veşartin.

Cenazeyê Sekretrê giştî yê berê yê Partiya Komunîst ê Iraqê Ezîz Mihemed ê di 93 saliya xwe de jiyan xwe ji dest da, li Hewlêr bi beşdariya sedan kesî bi merasîmekê hate veşartin.

Piştî merasîma bi beşdarbûna Partiya Komunîst a Kurdistan, Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK), Tevgera Azad, Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK), Partiya Sosyalîst a Kurdistan, Partiya Zehmetkêşanî Kurdistan jî di nav de gelek rêxistin û dezgehên civaka sivîl û şûnde cenazeyê Mihemet, li Giristana Girê Reş hate veşartin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Iraqê Raîd Fehmî yê k udi merasîmê de axivî diyar kir ku jiyana xwe jidestdana Mihemet ji bo Partiya Komunîst û gelê Kurdistanê windahiyekî mezin e. Rehmî wiha got: “Em niha siyasetmedarekî mezin û aştîxwazekê oxir dikin.” Piştî peyamên li ser navê Tevgera Azadî û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hate xwendin û şûnde, cenazeyê Mihemed hate veşartin.

Mihemed ê sala 1924’an de li Gundê Bêrkot ê Hewlêrê hatiye dinê û sala 1941’an de jî di Komeleya Hêvî de dest bi xebata siyasî kiriye, di nava salên 1948-1958’an de li girtîgehê de maye.

Mihemed ê ku piştî ku ji girîtgehê derket û şûnde ji bo sekreteriya giştî ya Partiya Komunîst hate hilbijartin, heta sala 1993’an erka sekreteriyê birêve bir. Mihemed ê di sala 2007’an de‘Xelata Lenîn’ girtî, yek ji siyasetmedarê komunîst ê di Rojhilata Navîn de dihat naskirin bû.