Cenazeyê Evîn Goyî ber bi Şehîdgeha Qendîlê ve hate şandin -NÛ BÛ

Cenazeyê endama Konseya Rêveber a KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî) ku 23'ê Kanûnê li paytexta Fransa Parîsê di encama êrîşekê de şehîd bû, ji Parîsê ber bi Silêmaniyeyê, ji wir jî ber bi Şehîdgeha Qendîlê ve hate şandin.

Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil ên 23’yê Kanûna 2022'an de li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin.

Evîn Goyî li Qendîlê, Mîr Perwer li Mûşê, Abdûrrahman Kizil wê li navçeya Kaxizman a Qersê bêne veşartin.

Cenazeyê Evîn Goyî ji Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyeyê hate wergirtin û birin Mizgefta Ehmed Hecî Elî.

Cenaze piştre ber bi Şehîdgeha Qendîlê ve hate şandin. Bi merasîmekê ku malbata Goyî û welatparêz lê amade bin, wê cenaze li Şehîdgeha Qendîlê bê veşartin.

MEDÎNE KARA: JI MALBATA ME 60 KES ŞEHÎD KETIN

Beriy cenaze ber bi Qendîlê ve bê şandin, li Silêmaniyeyê di merasîma pêşwazîkiriNê de xaltîka Goyî Medîne Kara axivî û spasiya xelkê Silêmaniyeyê kir ji ber xwedî li şehîda xwe derket.

Medîne Kara got, "Evîn şehîda çar parçeyên Kurdistanê ye. Înşaleh wê bibe şehîda dawî ya Kurdistanê. Bila serê Kurdan hemûyan sax be û êdî xwîna kesî nerije."

Medîne Kara diyar kir ku şehadeta Evîn Goyî wê têkçûna dijminên Kurdan be û anî ziman ku Evîn ne şehîda destpêkê ya malbatê ye, ji malbata wan 60 kes ji bo çar parçeyên Kurdistanê şehîd bûn.