Cenazeyê Celîleyê li qada operasyonê hate dîtin

Li Şemrexê cenazeyê jina bi navê Celîle Elalmiş a 35 salî hate dîtin. Cenaze bi du gulleyan hatiye qetilkirin. Hat ragihandin cihê ku cenaze lê hatiye dîtin ango Kura Jor cihê operasyonê ye.

Li nêzî gundê Kura Jor ê Şemrexê ya bi ser Mêrdînê nîvro cenazeyê jinekê hate dîtin. Hat diyarkirin ku cenaze yê jina bi navê Celîle Elalmiş a 35 salî ye. Cenaze bi du gulleyan hatiye qetilkirin.

Cenaze bi ambûlansê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemrexê.

Şahidên bûyerê diyar kirin ku Celîle Elalmişê heywanên xwe ji bo çêrê biribû wê herêmê. Xizmên wê jî diyar kirin ku li wê derê operasyon hebûye.

Otopsiya dozgeriyê didome û hat diyarkirin ku wê lêpirsîn were destpêkirin.