Cenazeyê Bavê Şêx ê civaka Êzidî hate veşartin
Cenazeyê lîderê olî yê civaka Êzidî Bavê Şêx ku êvara 1'ê Cotmehê jiyana xwe ji dest da, hate veşartin.
Cenazeyê lîderê olî yê civaka Êzidî Bavê Şêx ku êvara 1'ê Cotmehê jiyana xwe ji dest da, hate veşartin.
Şêx Xerto Hecî Îsmaîl di 87 saliya xwe de li nexweşxaneyeke li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.
Hecî Îsmaîl ku weke "Bavê Şêx" dihate naskirin, beriya çend rojan nexweş ketibû, ew rakiribûn nexweşxaneyeke li Duhokê û ji wir jî biribûn Hewlêrê.
Bavê Şêx li Goristana Şêxan a li wîlayeta Duhokê hate veşartin.