Cenazeyê 6 gerîlayan radestî malbata wan hate kirin

Cenazeyê 6 gerîlayên li Çiyayên Mercanê şehîd bûbûn radestî malbata wan hate kirin.

Li Çiyayên Mercanê ya Pilûra Dêrsimê di 4’ê Kanûnê de şerek çêbûbû. 6 cenazeyên gerîlayên ku di vî şerî de şehîd bûbûn, biribûn Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.

Malbatên wan cenazeyê Cîhan Soylemez (Mûnzûr) û Akîf Bedîr (Azat Van) duh ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtibûn. Cenazeyê Soylemez li gundê Egrîpinar a Pilûrê yê Bedîr jî li Wanê hatibû veşartin.

Îro jî malbatan cenazeyê  Çagla Yeleser (Veroz), Nîmet Arşîmet (Şervan Artîzan), Nevzat Demîr (Baz Colemêrg) û Güldane Karaer (Nûda Karker)  wergirtin. Wê cenazeyê Yeleser li Pilûra Dêrsimê, yê Arşîmet li Farqîna Amedê, yê Demîr li Colemêrgê û yê Karaer jî li Qelqeliya Wanê were veşartin.

Hate diyarkirin wê sibê jî cenazeyên Mîhrîban Ata (Jînda Jîn) û Hasret Ulger (Rojîn) radestî malbatan were kirin.