Cemîl Bayik bersiva îdîayên Erdogan da

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bersiv da îdîayên Serokkomarê Tirk Erdogan yên têkildarî PKK’ê. Daxuyaniya bi dîmen a Bayik wê saetên li pêşiya me di ANF’ê de were weşandin.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan di rojên dawî de îdîa kir ku li dijî rêveberên PKK’ê êrîş pêk anîne û di vê êrîşê de 35 kadroyên lîder ên PKK’ê jiyana xwe ji dest dane.

Duh Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuayniyeke nivîskî weşand û îdîayên Erdogan li derewê qeliband û vê daxuyaniyê weke ‘beriya hilbijartinê nûçeyên şerê psîkolojîk’ nîşan da.

Nûçegihanên me yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê têkildarî îdîayên Erdogan bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik û Endamê Konseya Rêveber a PKK'ê Mûstafa Karasû re civiyan. Bayik wiha got; “Ne 35 hêvalên me yên rêvebir, tenê şervaneke me jî di van êrîşan de şehîd neketiye, mekîneya derewan a Erdogan kar dike”.

Bayik têkildarî hewldanên dagirkeriya Qendilê ya dewleta Tirk jî nirxandinên girîng kir.

Hevpeyvîna bi dîmen a bi Cemîl Bayik û Mûstafa Karasû re wê saetên peşiya me di ANF’ê de were weşandin.

Beriya rojekê Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayîlan jî ji Stêrk TV re axivîbû û îdîayên mijara gotinê weke armanca şerê psîkolojîk diyar kirîbû.