Bayik: Gel û gerîla wê dagirkeriyê têk bibin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku gelê Kurd wê vê êrîşê weke êrîşa li dijî tevahiya Başûrê Kurdistanê bibîne û got, "Gel û gerîla wê bibin yek û li dijî mêtingerî qirkeriyê şer bikin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe de ya bi rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re, dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê, bêdengiya hêzên Başûrê Kurdistanê û helwesta gel û gerîla nirxand.

AKP'Ê DESTPÊKÊ BI XAPANDINÊ, NIHA JÎ BI ÊRÎŞKARIYA LI DIJÎ KURDAN DIXWAZE LI SER DESTHILATDARIYÊ BIMÎNE

Bayik di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku li Tirkiyeyê qanûnên siyasetê hene û ev tespît kir: "Li Tirkiyeyê ya ji bo demokrasiyê têkoşîn tê dayin, ya jî li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê şer tê kirin. Li Tirkiyeyê qanûna desthilatbûnê bi kapasîteya kontrolkirina Kurdan ve girêdayî ye. Hêza ku nikare Kurdan kontrol bike, nikare li ser Kurdan serwer be, şensê xwe nîne ku bibe desthilatdar. AKP'ê di serdema xwe ya destpêkê de plan kir ku bi xapandina Kurdan wan kontrol bike. Bi nêzîkatiya 'yê ku herî baş dikare Kurdan kontrol bike, dikare pêşî li têkoşîna Kurdan bigire, dikare Kurdan bixapîne, Kurdan ji PKK û HDP'ê vegire ez im' desthilatdariya xwe dewam kir. Desthilatdariya AKP'ê piştî ku pê hesiya nema dikare Kurdan bi xapandinê kontrol bike, dest bi zext, zordarî û polîtîkayên şer kir. Ketiye ser rêya nêzîkatiya 'yê ku herî baş dikare li dijî Kurdan şer bike, dikare Kurdan bieciqîne, dikare qir bike, ez im'. Lewma ji bilî dijminatiya li Kurdan û êrîşa li dijî Tevgera Azadiyê şensekî din ê desthilatdariya AKP'ê nemaye. Her wiha êrîşê dibe ser hêzên demokrasiyê jî."

Cemîl Bayik gefên Erdogan ên dagirkirina Qendîl, Mexmûr, Şengal, Minbic û tevahiya Rojava bi bîr xist û got, "Bi gotina 'Ez ê Bradostê, Başûrê Kurdistanê dagir bikim, ez ê êrîşî filan cihî bikim' hewl dide nîşan bide bê çiqasî dijminê Kurdan e, dijminê PKK'ê ye. Çarenûsa xwe bi êrîşkariyeke bi vî rengî ve girêdaye. Ya wê dest ji desthilatdariyê berde, ya jî wê vê polîtîkayê bidomîne. Bêguman bi siyaseta demokratîk, bi têkoşîna ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê re jî dikarin bibin rêveber. Lê belê bi desthilatdariya AKP'ê re feraset û zîhniyeteke wiha nîne. Ya rast, hêzên demokrasiyê şensek dan wî. Kurdan şensek dan wî, gelek hêzan şens dan wî. Lê belê ji ber ku desthlatdariya AKP'ê ji kevneşopiya demokrasiyê û zîhniyeta demokratîk bêpar e, dema ku derfetên destê bi dest ve anî, bû beşek ji polîtîkayên dewleta klasîk. Niha bûye nûner û parêzvanê wê."

HÊZA DEWLET Û LEŞKERÊN TIRK NÎNE KU JI BEJAHÎ VE LI DIJÎ GERÎLA ŞER BIKIN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik li ser gefên êrîşê yên dewleta Tirk ên li dijî gerîla got, "Hêza dewlet û leşkerên Tirk nemaye ku ji bejahî ve şer bike. Serokkomar, Serokwezîr û hêzên cuda yên dewleta Tirk bikin qareqar jî, îradeya artêşa Tirk nemaye ku karibe ji bejahî ve li dijî gerîla şer bike. Lê belê bûye xwedî hin îmkanên teknîkî, bi rêya wan îmkanan li ser piyan dimîne û hewl dide şer bike. Di koordîneya balafirên keşfê de bi balafirên şer bombeyan dibarîne û hinek ji hêzên leşkerî datîne wê derê. Li yek-du girên li ser sînorê Çelê, li ser girê Lêlîkanê ê li herêma Bradostê bi vî rengî ala xwe çikandine. Yanî rêbazeke xwe ya şer û hêzeke xwe ya ku herêmekê kontrol bike nîne."

ME DIXWESTIN BI PDK'Ê RE TÊKILIYÊN XWE SERERAST BIKIN...

Bayik da xuyakirin ku êrîşa li Bradostê li qadekê bi sînor bû û wiha dewam kir: "Niha wê çawa bên Qendîlê? Ji bo karibe bê Qendîlê divê bi 100 kîlometreyî ji çiya û newalan derbas bibe. Divê van hemû deveran bi hêza xwe ya leşkerî kontrol bike. Bêguman bêyî desteka PDK'ê nikare vê bike. Bêyî desteka PDK'ê nikare bikeve Şengalê û Mexmûrê jî. Belê, dikare bi balafiran bombeyan bibarîne, ji xwe berê li Şengalê kir. Xuya ye DYA ji bo êrîşên bi vî rengî destûrê dide. Beriya niha li Rojava li Qereçoxê û li Şengalê di heman demê de bomberdûman kiribûn. Bi agahiya Rûsya û DYA bombe li wan deveran barandibûn. Yanî haya her du dewletan jê hebû. Bi taybetî haya DYA jê hebû. DYA hişyar nekiribû. Lê paradoks e, piştre efserên DYA çûn serdana Qereçoxê. Rewşeke bi vî rengî ya têkiliyên tevlîhev ên polîtîk heye."

Bayik destnîşan kir ku ew bi rastî jî meraq dikin bê di navbera PDK û dewleta Tirk de têkiliyeke çawa heye û got, "Halbûkî me dixwest têkiliyên xwe yên bi PDK'ê re sererast bikin. Hevdîtin dihatin kirin, têkilî wê sererast bibûna, pirsgirêk bihatina çareserkirin. Çi bû ku ji nişka ve rewşeke wiha derkete holê?! Dewleta Tirk hat li Bradostê hin gir dagir kir."

GAVÊN KU TIRKIYE DIAVÊJIN JI BO DAGIRKIRINA TEVAHIYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE

Bayik hişyarî da û got, bicihbûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê gavên ji bo dagirkirina temamiya Başûrê Kurdistanê ye. Bayik wiha dewam kir: "Gelo kî dikare bêje ku wê ev yek pêk neyê? Bi navê operasyona aştiyê ketibûn nava Qibrisê. Niha jî dibêjin, diçin gundên PDK lê serdest e û dibêjin, 'Em ji bo xêra we hatine vê derê, em ê piştre derkevin'. Ev tiştekî pêkenok e. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê dijminê Kurdan e. Dijminatiya xwe ya li Kurdan jî bi rengekî vekirî eşkere kiriye. Ev yek li Rojava kir, li Kerkûkê nîşan da, bi şewitandin û hilweşandina bajarên Kurdan ên li Bakurê Kurdistanê re raxistin pêş çavan. Ma ne ew bûn ku digotin, 'Me li Bakurê Iraqê şaşitî kir, em ê li Rojava nekin'. Şaşitiya ku li Bakurê Iraqê kirin çi ye? Federasyon ava bû, di dema xwe de dest lê wernedan, pêşî lê negirtin û vê yekê weke şaşitiyê dibînin. Ev tê çi wateyê? Eger firsendê bibîne wê vê şaşitiya xwe sererast bike. Yanî bi awayekî vekirî dibêjin; eger firsendê bibînin wê statuya li Başûrê Kurdistanê hilweşînin."

DEMA KU GEL Û GERÎLA BÛ YEK WÊ DAGIRKERÎ JI HEV BIKEVE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku dewleta Tirk dibêje, 'dema ket nava Başûr wê jê dernkeve' û destnîşan kir, ji bo derxistina wan, ew ê jî heta dawiyê têbikoşin. Bayik bi dewamî got, "Em ê tevî gelê Başûr têbikoşin. Gerîla wê têbikoşe. Tecrûbeyeke me ya ji çil salî heye. Teknîk û derfetên dagirkerên qirker çi dibe bila bibe, gerîla wê rê û rêbazên xwe biguherînin, taktîka xwe biguherînin û pêşî li wan bigirin. Wê dagirkeriya wan ji hev bixînin. Eger ew şer berfireh bike, ev yek wê ji bo me bê wateya berfirehkirin û geşkirina berxwedanê. Li dijî Qendîlê niha êrîşeke ji bejahî nîne, lê dibêjin 'em ê bikin'. Wê wextê divê li dijî yên dibêjin 'em ê operasyonê bikin' helwesteke zelal bê nîşandan. Bang li gelê me yê Başûrê Kurdistanê û tevahiya gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê dikim ku li dijî vê dagirkeriyê li cem berxwedana me cih bigirin. Dema ku gel û gerîla bûn yek, wê teqez ji hev bikevin. Bêguman diçin nava gundan û hewl didin bixapînin. Ard û miqarne dibin gundên li herêma Bradostê. Hin erzaqan didin. Bi rastî jî ewqasî jî zêdegavî ye. Wê bi dek û dolaban hewl bidin taliyê Kurdan bidin pêş. Kurd êdî Kurdên berê nînin. Nema dikarin Kurdan bixapînin."

EGER PARTÎ Û HIKUMETA BAŞÛR DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK ERÊ DIKIN, EW Ê WINDA BIKIN

Bayik diyar kir, eger partiyên li Başûr, hikumeta Başûr li pêşberî dagirkeriya dewlet Tirk bêdeng in û dagirkeriyê erê dikin, hingî şaşitiyê dikin û got, "Wê bi xwe winda bikin. Wê guliyê li binê lingê xwe bibirin. Lewma em ji wan jî dixwazin ku helwesta xwe ji nû ve binirxînin. Eger dibin şirîkê êrîş û dagirkeriyê, gelê Başûr û tevahiya gelê Kurdistanê wê li dijî van hêzên siyasî helwestê nîşan bidin. Divê her kes bi vê zanibe. Dibe ku ji wan heye ku dewleta Tirk wê di demeke kin de encamê bigirin. Lê belê divê zanibin ku em ê li ber xwe bidin; li dijî êrîşên berfireh ên dagirkeriyê wê berxwedan jî berfireh û kûr be. Dema ku berxwedan hebe, wê rûyê rast ê her kesî eşkere bibe. Ji ber vê yekê divê her kes gotin, helwest û polîtîkaya xwe li gorî vê diyar bike."

LI GORÎ DESTHILATDARIYA HEYÎ, HER KESÊN KURD DIJMIN E

Cemîl Bayik da xuyakirin ku daxuyaniyên Sefîn Dîzayî nîşaneya desteka ji bo dagirkeriyê ye û wiha dewam kir: "Sefîn Dîzayî bi van daxuyaniyên xwe re dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdstanê rewa dike. Lê belê ev yek nirxandineke ehmaqî ye. Wê ji Sefîn Dîzayî bê pirsîn; Helwesta li dijî referandûm û Kerkûkê hate nîşandan, gelo ji ber hebûna PKK'ê ya li Başûr bû? Tetbîqatên li ser sînor hatin kirin, li dijî PKK'ê bûn? Çima êrîş birin ser Efrînê? Gelo wê Sefîn Dîzayî mîna dewleta Tirk bêje; li wir PKK hebû? Nêzîkatiyeke bi vî rengî gelo maqûl e? Dema ku DAÎŞ'ê Kobanê dagir kir, yê ku digot 'ew der cihê Ereban e' ma ne Erdogan bû? Yê ku digot 'Kobanê li ber ketinê ye' ma ne Erdogan bû?... Desthilatdariya heyî dijminê Kurdan e, qirker e. Îro PKK'ê dikin bahane, sibe wê tiştekî din bikin bahane. Çima Şêx Seîd bi dar ve kirin? Li gorî wan ew eşqiya bû. Çima Seyîd Riza bi dar ve kirin? Li gorî wan ew jî eşqiya bû. Ji ber ku ev pêşiyên me yên berxwedêr dixwestin weke Kurd bimînin. Kî dixwaze weke Kurd bimîne, ji aliyê vê rejîmê ve weke dijmin tê dîtin. Yê ku haya xwe ji vê rastiyê nîne, ne haya xwe ji rastiya Kurdan heye, ne jî ji rastiya dewleta Tirk. Yên ku bi vî rengî difikirin, ne dikarin ji bo azadiya gelê Kurd têbikoşin, ne jî dikarin berjewendiyên gelê Kurd biparêzin. Beriya her tiştî divê mirov dijmin baş nas bikin."

EM JI PDK'Ê DIXWAZIN KU HELWESTA XWE EŞKERE BIKE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bi bîr xist ku li herêma Bradostê hin gir hatine dagirkirin û got, "Lê belê PDK li ber ranebû. Tê gotin ku niha dewleta Tirk li wan gundên derdorê digere û civînan dike. Eger PDK destûrê nede û vê yekê erê neke, nikarin vê bikin. Me ji wêneyên wan jî dît, piraniya kesên tevlî wê civînê bûne mirovên di bin bandora PDK'ê de ne. Eger PDK nexwaze ti ji gundiyan tevlî wan civînan nabin. Di rewşeke wiha de diviyabû PDK'ê ji gundiyan re bigota, 'silavê jî nedin wan'. Komîteya me ya dîplomasiyê daxuyanî da û ji PDK'ê xwest ku helwesta xwe nîşan bide. Em jî ji PDK'ê dixwazin ku helwesta xwe eşkere bike. Berê tevî dewleta Tirk beşdarî operasyonan bû. Lê belê Mesûd Barzanî bi xwe got, 'êdî tiştên bi vî rengî wê nebe'. Gelo niha dev ji vê nêzîkatiyê berdane? PDK hikumet e, partiya di nava hikumetê de bi bandor e. Qet nebe li dijî daxuyaniyên dagirkeriyê yên Nûrettîn Canîklî diviyabû tiştek bigota."

AVABÛNA ENIYA NETEWEYÎ NÎŞANEYA HELWESTA GELÊ KURD A LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ YE

Di dawiya axaftina xwe de Bayik bal kişand ser Eniya Neteweyî ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê ava bûye û hemû rewşenbîr, demokrat, rêxistinên civakî yên sivîl ên eniyeke wiha afrandin, bi rêzdarî silav kir.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku gaveke bi vî rengî dîrokî ye, bi taybetî di demekê de ku 3. Şerê Cîhanê li Rojhilata Navîn didome, pêwîstî bi helwesteke wiha hebû.

Bayik diyar kir, şert û mercên heyî yê şer, mercên siyasî û leşkerî Eniya Neteweyî, Kongreya Neteweyî li ser Kurdan ferz dikin û wiha dewam kir: "Eger Başûrê Kurdistanê berê têkoşîneke mezin da, şehîdên mezin da, wê demê ev gel wê li ber dagikerî û êrîşan rabe. Ji ber vê yekê, em îlana Eniya Neteweyî girîng dibînin. Ev yek wê gav bi gav berfireh bibe. Her ku dewleta Tirk dagir bike wê berxwedan zêde bibe. Ev yek wê bibe sede ku Eniya Neteweyî û têkoşîna demokratîk a neteweyî li tevahiya Başûrê Kurdistanê belav bibe. Dema ku dewleta Tirk êrîşî cihekî kir, nepêkan e ku şer tenê li wir biqewime. Êdî gelê Kurd wê van êrîşên li dijî gelê Başûr û li dijî Başûrê Kurdistanê weke êrîşên li dijî xwe bibîne. Wê bi gerîla û tevgera azadiyê re bibin yek û li dijî mêtingeriya qirker şer bikin û li ber xwe bidin. Avabûna Eniya Neteweyî nîşan dide ku gelê Kurd li dijî dagirkeriyê xwedî helwesteke çawa ye. Herî zêde gelê Başûrê Kurdistanê destek dabû berxwedana Efrînê. Ciwanên li Başûrê Kurdistanê berê xwe dabûn Efrînê."

Bayik destnîşan kir ku gelê Başûrê Kurdistanê tevî jin û ciwanên xwe wê destekeke xurt bidin berxwedana li dijî dagirkeriyê û got, "Ji ber vê yekê em gel, ciwan û jinên li Başûrê Kurdistanê ji ber vê helwestê, wan bi rêzdarî silav dikin."