KCK: Îdîaya Erdogan a li ser 'bombekirina civînê' derew e

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, îdîaya Serokkomarê Tirk Erdogan ku digot "Me li civîna kadroyên pêşeng ên PKK'ê xistine" derew e. KCK'ê got, "Ev derewa li qesrê hate amadekirin, hewldana dawî ya beriya hilbijartinê ye."

Serokkomarê Tirk Erdogan ev çend roj in li her cihî dibêje ku wan bombe li rêveberiya PKK'ê ya di civînê de bû barandine û "35 rêveberan jiyana xwe ji dest dane." Medya AKP'ê jî bi rojane vê daxuyaniyê diweşîne.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi rengekî nivîskî bersiv da vê daxuyaniyê. KCK'ê destnîşan kir ku ev îdîa derew e û propganda ji bo hilbijartinê ye.

Daxuyaniya nivîskî ya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:

"Tayyîp Erdogan ev çend roj in ji bo di hilbijartinê de bi ser bikeve, dereweke mezin dike. Medya alîgirê wî jî vê derewê belav dike. Li gorî vê derewê; bi balafirên şer li civîna rêveberiya me xistine û 35 hevalên me şehîd bûne. Ev yek gava dawî ya Erdogan e ku fêhm kiriye wê di hilbjartinê de têk biçe. Bi rêya dereweke bi vî rengî dixwaze dengê hin şovenîstan û dijminê Kurdan bigire. Xuya ye dibêjin, 'eger em çend roj beriya hilbijartinê bêjin wê derewa me eşkere nebe û em ê sûdê ji vê derewê bigirin'. Ev derewa bêbingeh li qesrê hatiye amadekirin. Jê heye ku mûxalefet wê li ber vê derewê ranebe û eger li ber rabe jî wê ji mûxalefetê re bêje 'hûn alîgirê terorê ne?' û bêdeng bike. Ji xwe mûxalefetê ti bersiv nedaye vê derewa Erdogan a ji bo hilbijartinê. Me beriya niha bi hin wesîleyan dabûn xuyakirin ku beriya hilbijartinê wê serî li pîlanan, komplo û provokasyonan bidin. Derewa 'me li civînê xistin, 35 rêveber ji holê rakirin' vê yekê radixe pêş çavan.

Divê temamiya gelên Tirkiyeyê, hêzên demokasiyê, partiyên siyasî û mûxalefet zanibin ku ev yek derewek e ku ji bo xapandina gel hatiye kirin. Bi vê derewê xwestine di hilbijartinê de bi ser bikevin. Pêwîste gel jî di sindoqê de vî şexsê derewîn û partiya wî ceza bike. Ji ber ku dixwaze di nava van şert û mercên newekhev ên hilbijartinê de kampanya hilbijartinê hîn bi neheqî bimeşîne û dengê hin kesên neteweperest, şoven û dijminê Kurdan bigire.

Zanin ku çend pûan jî dikare encama hilbijartinê biguherîne, lewma serî li rêyeke bi vî rengî dane. Ev derewa ku çend roj beriya hilbijartinê hate kirin piştre eşkere bibe jî, wê bêje, 'derew jî be, ne dereweke xerab e'.

Em hemû gelên Tirkiyeyê û hêzên siyasî hişyar dikin. Divê tavilê vê derewa Erdogan raxin pêş çavan. Eger tiştekî bi vî rengî pêk hatibûya, ne tenê medya alîgirê AKP'ê, wê hemû çapemenî biketibûna nava hewldanan ji bo vê bûyerê bidin. Nûçeyeke bi vî rengî wê di çapemeniya hemû cîhanê de cih bigirta. Ji ber ku mîna Tayyîp Erdogan dibêje, bûyerek nikare bê veşartin. Lewma bila kesek dudil nebe, van lîstik û fenên Tayyîp Erdogan ên ji bo hilbijartinê eşkere bikin û lê vegerînin."