CÎK'ê peyama pîrozkirina Newrozê da

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi peyamekê Newroz pîroz kir û bang kir ku her kesî tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibe.

Civak Îslamî ya Kurdistanê bi peyameke niviskî pîroz kir û bang kir ku her kes tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibe.

Peyama CÎK'ê wiha ye:

''Em Misilmanên dirist di çepera bindest û mazlûman de bi can û rihê xwe li dijî van kujer û zaliman gerek em bi têkoşin. Gerek em cejna Newroz ê wergerinin cejna azadî û xelasiya bindestan. Li hemû qadan de li dijî vî marê duserî ji bo parastin a bawerî, gel û mirovayetiya xwe, em cehd bikin.

Di serî de li welatê me Kurdistanê û li hemû cihanê Newrozê geş bikin û dubare em Newrozê bikin rêya xelasiyê.

Em li Kurdistanê û li hemû deverî, bang dikin ku tevlî pîrozbahiya cejna Newrozê dibin. Em Misilmanên dirist mil bi mil gerek em li gel mazlûm û bindestan bin. Wek ku Hz Eli gotiye ‘’xwezî her roj Newroz ba û mirovayetî ji zilma zalimî xelas ba’. Têkoşîn a dijî zilm, bêmafî û ne rastî yê ferîzeyek lis er hemû bawermenda ye, dem dema pêkanîna vê ferîzê ye.''