Bûldan û Bîrdar serdana parlementerên di grevê de ne kir-NÛ BÛ

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan û Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal serdana parlementerên di greva bêdawî û bêdorveger de ne kir.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana wekîlên HDP’ê Dersim Dag, Mûrat Sarisaç û Tayîp Temel ên li avahiya HDP’ê ya Amedê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva bêdawî û bêdorveger de ne kir.

Li gel Bûldan hevberdevka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Sedat Şenoglû, Parlementerên HDP’ê, Namzetên Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli û Hulya Ûyanik Alokmen û hevserokê HDP’ê yê Amedê Şerîf Çamçi cih girtin.

Bûldan û yên pêre, piştî serdana bi qasî nîvsaetê û şûnde ji avahiyê veqetiyan.

Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal di serdanê de axivî û got: “Greva hevrê Leyla Guven di roja 133’an de ye, ji bo hewldan û rêya wa ya bi maf a bi rojan e dom dike bê dîtin Zulkuf Gezen bi canbexşane canê xwe feda kir. Lê mixabin hê ev bêdengî û lênêrîn dewam dike. Bi teqez wê dawî li vê tecrîdê bê, wê mafê mirovan bê parastin.

Mûrat Sarisaç jî bal kişand ser çalakiya grevê ya Leyla Guven û wiha axivî: “Daxwazên azadiyê yên gelan stû xwar nake. Em jî îro stû xwar nakin. Em îro dizanin ku ji bêhêziya wan e ku êrîşî li ser gel dike û dixwaze dengê wan qût bike. Heta niha gel çawa li dijî vê li ber xwe dida, ji niha û şûn ve jî wê li ber xwe bide.”

Tayîp Temel jî da xuyakirin ku ji bo daxwazên çalakvanên grevan bê bicihanîn û mirin pêk neyên li têkoşîn dikin.

Endamên Însyatîfa Piştgiriyê ya Kurdistaniyên ji Norweçê hatin Marîe Sorhaûg, Mads Ppheîm, Beth Hartmann û Astrîd Melmeîmd serdana wekîlên HDP’yî kirin.