Bûldan ji bo malbata Şenyaşar nobet girt

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li dadgeha ku malbata Şenyaşar lê hate destgîrkirin, nobet girt.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û heyeta pê re xwest biçe serdana Malbata Şenyaşar a ku li pêş dadgeha Rihayê di nobeta edaletê de ne. Beriya serdanê malbata Şenyaşar hate destgîrkirin. Bûldan hate ber dadgehê û li vir daxuyanî da. Bûldan piştre bi awayekî sembolîk nobet girt. Polîsan demeke dirêj xwestin heyetê astengk bikin. 

Bûldan li vir daxuyaniyeke kurt da û got “Em hatin serdana malbata Şenyaşar, lê ji ber hatina me, malbat destgîr kirine. Em hatin bibin hevkarê nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar. Em diyar dikin êşa malbata Şenyaşar êşa me ye. Bêhiqûqtî, bêedaletî û bêwijdaniyeke mezin heye. Malbata Şenyaşar ne zilmê, edaletê dixwaze. Divê darizandineke bi edalet were kirin. Di dozê de du lêpirsîn hatine kirin. Di lêpirsîna pêşîn de kes hatine girtin lê di lêpirsîna duyemîn de biryara nepeniyê hatiye dayîn û dosye hê venebûye. Ji ber ku di lêpirsîna duyemîn de tê zanîn kujeran çawa cînayet kirine, biryara nepeniyê hatiye dayîn. Em dizanin ku hikumeta AKP û MHP’ê îro li welat tiştekî li ser navê hiqûqê nehiştine. Kesên cînayet kirine teqez divê werin darizandin.

Daxwaza me ev e ku malbata Şenyaşar were berdan. Li ser esasê bendewariyên malbata Şenyaşar wê teqez edalet pêk were. Îro malbata Şenyaşar ne li vir e lê em ê bi awayekî temsîlî li vir çalakiya rûniştinê bikin.”