Bûldan: Emrê AKP'ê wê piştî referandûmê biqede. Ev yek wê ji bo Tirkiyeyê encameke gelekî baş bafirîne. Wê pêvajoyeke nû dest pê bike, ku di vê pêvajoyê de hêzên demokratîk wê li hev bicivin û vê atmosfera faşîzan ji holê rakin.
HULYA EMEÇ
AMED / ANF
çarşem, 1 reşemiyê 2017, 07:00
Guhertina Destûra Bingehîn a li ser bingeha 'Serokkomariya ji Partiyê', ku projeya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan e, piştî nîqaşên li Meclîsê, bi dengekî ji 330 hejmaran zêdetir hat qebûlkirin. Di encama tifaqa AKP û MHP'ê de qebûl bû ku ev guhertin pêşkêşî referandûmê ere kirin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Demokratîk (TJA), Partiay Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi civîneke çapemeniyê helwesta xwe ya di referandûmê de eşkere kirin û gotin, ew ê bi xurtî bêjin 'NA'.
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê û Cîgira Serokê Meclîsê Pervîn Bûldan, mijar ji ANF'ê re nirxand.
Bûldan da xuyakirin, ku gel baş dizane bê konsepta şer çawa ket dewrê, bi çi rengî tê meşandin û destnîşan kir, ji bo hikûmeta şîdet û zextê li wan rewa dibîne careke din nebe desthilatdar, ew bawer in wê gel têkoşîneke gelekî mezin bimeşîne.
'EGER DENGÊ 'NA' BI SER BIKEVE, WÊ DERFETÊN NIVÎSANDINA DESTÛREKE NÛ DERKEVIN HOLÊ'
Bûldan ev nirxandin kir: "AKP'ê digot, 'ya hûn ê 400 wekîlan bidin, ya jî wê kaos derkeve'. 400 parlamenter nehat dayîn û kaosê rû da. AKP'ê di hilbijartina 1'ê Mijdarê de tenê bi polîtîkaya şîdetê deng girt. Lê belê piştî vê yekê tiştek nehat guhertin. Kaosê dewam kir. Îro jî heman tiştî dikin. Ji bo Kurdan tiştekî bê guhertin nîne. Beriya referandûmê Kurd tên kuştin, tên girtin, her roj kiryarên cuda lê tên kirin. Eger dengê 'erê' ji referandûmê dernekeve, wê heman tişt derkeve pêşiya wan. Dema dengê 'erê' derkeve jî wê heman tişt bibe. Ji bo Kurdan tiştekî bê guhertin nîne. Lê bi dengê 'NA' re wê derfetên nivîsandina destûreke nû ya bingehîn derkevin holê. Ev yek wê bibe sedem ku şîdet, hêrs kîna berê ji holê were rakirin."
'FIRSENDEKE DÎROKÎ YE'
Bûldan destnîşan kir, ku referandûm ji bo Kurdan di asta dîrokî de girîng e û got, "Ev firsend yek ji wan firsendan e ku timî bi destê mirovan nakevin. Lazim e Kurd vê firsendê baş binirxînin. Bi vê firsendê re wê şert û mercên afirandina destûreke bingehîn a demokratîk a dehan salên pêş bafirînin. Lewma girîng e. Pêwîste tevahiya gelê Tirkiyeyê vê firsendê baş bi kar bîne."
DENGÊ 'NA' LI PÊŞ E
Bûldan bibîr xist, tevî ku guhertin qediya ye û li ber destê Erdogan e, hê îmze nekiriye û ji bo sedema vê yekê jî encamên anketan nîşan da. Bûldan got, "Li gorî anketên hatine kirin dengê 'NA' li lpêş e. Ev yek jî bandoreke neyînî li Erdogan û desteya wî dike. Sedema îmzekirina vê qanûnê ji aliyê Serokkomar ve, bi dîtina min lêkolînên li nava raya giştî ne. Weke eniyeke neteweperest, wan xwest destûreke nû ya bingehîn çêbikin. Rê û rêbazeke cuda ceribandin. Eger destûreke nû ya bingehîn bi hêzên demokrasî û aştiyê yên li Tirkiyeyê re hatibûya nivîsandin, bêguman wê encam cuda bûya. AKP wê bi vê qanûnê re dawî li xwe bîne. 'NA' ya gelên Tirkiyeyê wê ji bo Tirkiyeyê bi xêr be."
ATMOSFERA FAŞÎZAN WÊ JI HOLÊ BÊ RAKIRIN
Pervîn Bûldan diyar kir, nêrîn û helwestên cuda yên li nava AKP'ê wê piştî referandûmê zêdetir bibin û got, "Wekîl û wezîrên li nava AKP'ê yên ji ber tirsê nikarîbûn li civata giştî û komîsyonê xwe îfade bikin, hene. Di pêvajoya referandûmê de gelek ji wan wê bêjin 'NA'. Emrê AKP'ê jî wê piştî referandûmê biqede. Ev yek wê ji bo Tirkiyeyê encameke erênî bafirîne. Ev rêveçûna Tirkiyeyê ya ji aliyê AKP'ê ve tê birêvebirin û her roj di nava krîz û kaosê de ye, êdî her kesî dixe nava tirs û fikaran. Eşkere ye ku AKP di hilbijartina parlamenteran a dema pêş de bi tena serê xwe nikare bibe desthilatdar. Wê pêvajoyeke nû dest pê bike, ku di vê pêvajoyê de hêzên demokratîk wê li hev bicivin û vê atmosfera faşîzan ji holê rakin."
'EGER DI TECRÎDÊ DE ISRAR BIKIN, WÊ RÊ LI BER PÊVAJOYEKE VEGERA JÊ NEPÊKAN E, VEKIN'
Bûldan tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr xist û got, "Piştî hevdîtina birayê Birêz Ocalan Mehmet Ocalan, em dizanin ku heyeta CPT çûye giravê. CPT jî encamên vê serdanê bi raya giştî re parve nekir. Ji ber vê yekê, em ji şert û mercên heyî yên Birêz Ocalan di nav de ye, bi fikar in. Ji ber ku bi ti awayî destûr ji hevdîtinê re nayê dayîn, fikarên me zêdetir dibin. Em bang li CPT dikin ku demek ji ya din zûtir daxuyaniyê bide. Eger di rewşeke bi vî rengî de tiştekî neyînî biqewime, wê CPT jî hevkar û berpirsyarê vê pêvajoyê be."
Bûldan xwest, tecrîd derhal bê rakirin û got, "Di pêvajoya referandûmê de pêwîstî bi vê heye. Krîz û kaoseke ewçend mezin, ancax bi vî rengî dikare bê çareserkirin. Tecrîda li ser Ocalan wê welêt bixe nava krîzeke mezintir û rê li ber pêvajoyekê veke ku vegera jê nepêkan e."