Buldan: Divê tecrîd zûzûka rabe

Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan got ji bo dahatûya welêt divê tecrîd zûzûka rabe.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan bi çarçoweya xebatên hilbijartinê li Erzerom, Xinisê bû.

'GEL NEMA JI WAN BAWER DIKE'

Buldan got gelê Xinisê wê qeyûm bişîne Eneqerê, mîtîngên AKP'ê yên li Colemêrg, Şirnexê bi bîr xist, got êdî kes nema ji derewê wan bawer dike, ji bo ku gel naçe mîtîngên wan ji derve bi otobûsan mirovan dibin mîtîngan.

''XWE LI DEREWAN GIRTIN Û BANG KIRIN AMÛRA SIYASETÊ'

Buldan derewên Erdogan ên li ser bangdanê bi bîr xist, got, ''Me li vîdeoyê nerî. Îsyana jinan li dijî barîkatan e. Jinan li dijî hêzên ewlehiyê difîkandin. Îsyana jinan li wir li dijî gazê, li dijî jopan bû.

Lê yên ku dîn dikine amûra siyasetê dîsa xwe li derewan girtin. Li vî welatî yên misilman jî û ne misilman jî nikarin heqeretê li bangê bikin. Bila Xwedê ti caran ji welatê me, ji ezmanên me dengê bangdanê kêm neke, lê ew bangdanê jî dikine amûra siyasetê.''

'ERDOGAN XWENDINA QURANÊ YA BI KURDÎ QEDEXE KIRIYE'

Buldan bi domdarî got li Colemêrgê Erdogan nimêjên sivîl qedexe kiriye, bi fermana Erdogan xutbeya Kurdî hatiye qedexekirin û niha jî Kurd nikarin bi zimanê xwe îbadeta xwe bikin û got, ''Ji ber ku Tayyîn Beg û AKP qedexe kirine ku Kurd bi zimanê xwe îbadetê bikin. Xutbeyên Kurdî, xwendina Quranê ya bi Kurdî qedexe kir. Ev hişmendî dema hilbijartinê careke dî dîn dike amûra siyasetê.''

Buldan Hevserok û parlamenter û şaredarên girtî û bi hezaran rêveberên HDP'ê yên girtî bi bîr xist û got, ''Ji bo ku hûn newêrek in hûn wan rehîn digirin.''

'JI BO DAHATÛYA TIRKIYÊ DIVÊ TECRÎD RABE'

Buldan greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven û bi sedan girtî û mirovên li Kurdistanê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan bi bîr xist û got, ''Tenê daxwazeke van hevalên me heye; bila tecrîd rabe. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye û bi teqezî divê rabe. Weke hemû mirovên girtî yên li girtîgehan, weke her yê cezaxwarî, mafê Rêzdar Ocalan jî heye.''

Buldan got ji bo dahatû û aştiya Tirkiyê rabûna tecrîdê girîng e, rewşa berxwedêrên greva birçîbûnê her ku diçe girantir dibe, nexasim rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de hê girantir dibe û bang li Wezareta Dadê ya Tirk kir, demildest tecrîd were rakirin û li gorî yasayên xwe bimeşin.

Buldan herî dawî got ew dixwazin bi taybetî çar navçeyên Erzeromê, Xinis,  Tatos, Qereçoban û Gogsiyê bistînin.