Bûldan: Dem hatiye ku Erdogan ji desthilatdariyê bê xistin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li mîtînga li Karaçobanê axivî û got, "Dem hatiye ku em êdî wî ji desthilatdariyê daxînin. Gelê me bi biryar e."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di çarçoveya karên hilbijartinê de li navçeya Karaçoban a Erzîromê ji gel re axivî.

Tevî Bûldan, yek ji pêkhateyên Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinê ji PDK'ê Sertaç Bûcak û Bora Balîn jî tevlî mîtîngê bûn.

Bûldan li vir axivî û bal kişand ser xebatên hilbijartinê yên li Erzîromê: "Du roj in em li navçeyên Erzîromê bi gel re ne. Doh li Xinisê û Tekmanê bûn."

Bûldan diyar kir ku piştî Karaçobanê wê berê xwe bidin Qereyaziyê û got, "Li her deverê em heman tiştî dibînin. Mirov li ser piyan e, bi coş e, bi moral e. Li her derê heman coş heye."

Bûldan diyar kir, bi vê coş û moralê wê HDP di hilbijartinên xwecihî de yên 31'ê Adarê bi ser bikeve û qala gefên qeyûm, zext û zordariya rejîma AKP'ê kir.

Bûldan da xuyakirin, her tiştên desthilatdariyê derew e, heqaret e û got, "Bi gotina 'HDP terorîst e' hewl dide me krîmînalîze bikin. Em zanin ku vî welatî çawa bi rê ve dibin. Em zanin ku 17 sal in Tirkiyeyê çawa bi rê ve dibin."

Bûldan anî ziman, haya gel êdî ji her tiştî heye û got, "Êdî dem hatiye ku ew ji desthilatdariyê bê xistin. Gelê me bi biryar e. Atmosfera niha li vir tê dîtin, ne tenê li vir e. Li her derê heye; li Şirnex, Colemêrg, Wan, Stenbol, Enqere, Îzmîr li her derê. Em ê derseke welê bidin AKP'ê ku wê fêhm bikin êdî partiyeke tabelayê ye. Wê fêhm bikin ku welat bi derewan nayê birêvebirin, nabe ku ji gelekî re 'terorîst' bê gotin."

Bûldan diyar kir, gel biryara xwe daye, wê xwedî li îradeya xwe derkeve û got, "Hevşaredarên me li vir in. Em van hevalên xwe emanetî xwedî û piştre jî emanetî we dikin. Zanim ku gelê Karaçobanê wê 31'ê Adarê dîrokeke mezin binivîsîne û bi rêjeyeke bilind hevşaredarên me bi xizmeta ji bo bajêr wezîfedar bike."

Bûldan di dawiya axaftina xwe de got, "Em ê bi hev re bi ser bikevin. Ya serketin ya serketin. Bila rêya me vekirî be. 31'ê Adarê em ê vê derê bi taybetî bişopînin. Em ê navçeyên Erzîromê careke din radestî gelê xwe bikin."