Bûldan: AKP biçe wê krîz jî biqede

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got ku “Heta ku AKP hebe wê li Tirkiyeyê krîz jî hebe. Heke AKP têk biçe wê krîz jî biqede.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û nûnerên partiyên îtîfaqa HDP’ê yên li gel wê beşdarî mitînga Mûşê bûn. Mitîng li Qada Şaredariyê hat lidarixistin. Namzetên HDP’ê yên Mûşê Sirri Sakik û Sîbel Genç û namzetên hevşaredariyên navçeyan beşdar bûn. 

SAKIK: DI 31’Ê ADARÊ DE EM Ê BI SER BIKEVIN
 
Sakik bal kişand ser mitînga Serokkomar Erdogan a li Mûşê û got. “Birêz Serokkomar hat vir jî û li Agiriyê jî heta ku gotina neavêt min mitînga xwe li dar nexist. Ez ji we siyasetmedarek kevnartir im. Ez jî û Erdogan jî di hilbijartina 91’ê de namzetên wekîliyê bûn. Ez li Mûşê û ew li Stenbolê bû. Ez bi ser ketim lê ew bi ser neket. Ez ewladê vî gelê qedirbilind im. Binêrin ez bi gotina ‘Birêz’ xîtabî we dikim. Lê ew bi zimanekî tûj bi ser me ve tên. Hemû gelê Agiriyê şahid e e ku me li Agiriyê şaredariyek herî baş kir û me deynê şaredariya te paqij kir. We hemûyan dît ku ji derveyî bajêr çawa xelk anîbûn mitîngên xwe ya Mûşê. Waliyê bajêr û midûrê perwerdehiyê hemû xwendekar birin mitîngê û ez bawer im di bin baranê de şil bûn û nexweş ketin. Ez li vir bangî walî dikim, ma gelo zarokên te jî nînin? Walî, midûrê emniyetê, polîs, esker û midûrên saziyên dewletê dest dane destên hev û ji bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dikin. Weleh û bileh wê ev gel di 31’ê Adarê de bersiva we bide û bi ser bikeve.” 

KOÇYÎGÎT: SILAR JI BERXWEDÊRÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ RE
 
Hevberdevka HDK’ê û Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigît jî derket ser dikê axivî û got: “:Hemû gelê me Mûşê, jinên hêja û dayikên hêja hûn bi ser çavan re hatin. Ev çi dîmenek xweşike Mûş nîşanî me dide. Îro roja 140’emîn e hevala me Leyla Guven di greva birçîbûnê de li ber xwe dide. Ji bo tesîskirina aştî û demokrasiya welat bedena xwe daye birçîbûnê. 140 roj e bang li Wezareta Dadê dike û dibêje ‘Em vê tecrîda li Îmraliyê rakin û dawî li şer bînin.’ Lê hikumeta AKP’ê û Wezîrek Dadê ker û kor li hember vê daxwaza mafdar û rewa û însanî bêdeng sekinîne. Ji ber ku daxwaza Leylayê û hevalên wê nayê qebûlkirin, li girtîgehê însanan jiyana xwe ji dest dan. Heke ev daxwaz bihata qebûlkirin belkî îro ew girtî li jiyanê bûna. Hezar silav ji berxwedêr û têkoşeran re.
 
HEVSEROKÊ GIŞTÎ YÊ DBP’Ê ARSLAN: WÊ AKP TÊK BIÇE
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan jî got: “Em hemû berxwedêrên greva birçîbînê yên li dijî tecrîdê silav dikin. Qey mirov dibêje ev ne hilbijartinek herêmî ye. Vê hilbijartinê kirine hilbijartinek cudakarî û gel bikin dijminê hev. Wê ev hilbijartinê bibe hilbijartina lêdawîanîna AKP’ê. Wê AKP’ê li ser vê axê bireve û biçe. Em ê hemû bi hev re di 31’ê Adarê de bersiva herî xurt bidin hemû polîtîkayên AKP’ê û şerê wan ê heyî.”  
 
 BÛLDAN: HÊVÎ Û BIRYARDARIYA WE HÊZÊ DIDE ME


Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî herî dawî derket ser dikê û xîtabî gel kir. Bûldan got ku “Êdî em mitîngên xwe yên dawî pêk tînin. Li her deverê em bi coş, hêvî û kelecanê re hevrû mane. Vê hêvî û biryardariya we hêz dide me. Çimkî HDP her cihê ku diçê hêvî, wêrekî, biryardariyê, aştiyê û hezkirina welat dibe wir. Îro li Mûşê jî heman biryardarî û hêvî û wêrekî heye. Çav û guhê her kesî li ser HDP’ê ye. Çimkî em ne diz in û derewan nakin. Em malê kesî û pereyên tu kesî nadizin. Çimkî em edalet, aştî, hiqûqî, jiyanek demokratîk û siyasetek demokratîk difikirin. Em jin, ciwan, gelê xwe û siberoja vî welatî difikirin. 

Du roj berê li vê Meydanê diyar bû ka kî baweriyê dide an nade. Erdogan du roj berê mitîng li dar xist. Her kes dît ku rastiya mitîngên wan çawa ye. Gelê Mûşê neanîn vir. Ji Erzîngan, Baybûrt, Xarpêt û gelek bajarên din însan anîn vir. Îro tenê li vir Mûşî hene. Serokkomar axivî û derew kir û Xarpêtiyan, Baybûrtiyan û Erzînganiyan lê guhdar kir. Li Mûş û Agiriyê li Sirri Sakik pirsî. Her cihê ku diçê li Sirri Sakik dipirse. Çimkî dizane ku Sirri Sakik biçe ku wê bi ser bikeve. Ewqas ku tu bi Sirri Sakik re eleqedar dibî bi pirsgirêkên gelê Mûşê re eleqedar bibî wê pirsgirêk nemînin. Lê Erdogan li gelê Mûşê, pirsgirêkên kedkar, karker, jin û esnafên Mûşê nepirsî. Mûş di hundirê feqîriyê de perîşan kiriye. Tu xizmet ji Mûşê re nehatiye kirin. Hemû kolan û rêyên wê di nava heriyê de hiştine. Deşta Mûşê anîne wî halî ku sewalkarî û çandinî qedandin. Heta ku AKP hebe wê li Tirkiyeyê krîz jî hebe. Heke AKP têk biçe wê krîz jî biqede.

‘HEKE EDALET HEBÛYA WÊ LEYLA GUVEN NEKETINA GREVA BIRÇÎBÛNÊ’

 Heke edalet hebûya wê Leyla Guven û bi hezaran hevalên me yên di girtîgehan de wê bedena xwe nedana ber birçîbûnê. Ewqas însan ji bo aştî, demokrasî û hiqûqê û edaletê û ji bo tecrîd rabe bedena xwe dane ber birçîbûnê. Wezareta Dadê û rayedar bi hiqûq û yasayên xwe re ketine nav nakokiyê. Bêhurmiyetê li hember yasayan dikin. Mafê herî sereke yê Birêz Ocalan e ku bikaribe bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. “