Bulbul: Weke gelek partiyan hûn ê jî biçin!

Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul ji AKP’ê re got; “Eger hûn doza Kurd çareser nekin hûnê jî weke gelek partiyên din biçin; tabeleya we jî namîne.”

Çalakiyên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tayînkirina qeyûman 35 rojin didome. Parlamenter, rêveber, hevşaredarên HDP'î, aktîvistên TJA, Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên demokratîk tev li çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li pêş avahiya HDP’ê ya navçeya Riya Armûşê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Ne îradeya qeyûman, vîna gel” vekirin.

Di çalakiyê de parlementerê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, bal kişand ser daraza heyî û got: "Daraz bi fermana qesrê tê rêvebirin. Ew sûcên ku ji aliyê qesrê ve tên ziman ji aliyê darazê ve dikevin meriyetê. Em dubare dibêjin di çalakiyên Kobanê de darizandin pêk hatibû û biryara der heqê birêz Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş de ji xwe hatibû dayîn. Ji ber ku ji bo girtina wan tu sûc û minesebet nedîtin bi hincetên vala darizandineke li dijî hiqûqê pêk anîn. Vê biryarê bi awayekî skandal cihê xwe di rûpelên dîrokê de girtiye. Ji bo ku van polîtîkayên li dijî hiqûqê meşrû bikin bi medyaya xwe û sîyasetmenderên xwe polîtîkaya xwe didin meşandin. "

‘HEMÛ PIRSGIRÊK PARÇEYEK JI DOZA KURD E’

Bulbul, li ser rewşa Sûriyeyê û helwesta AKP'ê jî rawestiya û wiha axivî: " Li ser Suriyeyê listîk tên lîstin. Pêşengên Gelê Kurd ji dewleta Tirk re dibêjin 'werin em bi hev re vê pirsgirîkê çareser bikin. Em dixwazîn bi gelên Tirkiyeyê re hevpar bijîn'. Lê mixabin ji bo ku vê daxwazê vala derbixînin statuya Gelê Kurd ya Suriyeyê tê hedef girtin û listîkên Cengîz Han û Osmaniyan tên listîn. Em berê jî bi van listîkan re rû bi rû man. Eger hûn doza Kurd çareser nekin hûnê jî weke gelek partiyên din biçin; tabeleya we jî namîne. Tenê çareseriyek heye ew jî destpêkirina muzakereyan e. Qetilkirina jinan, qetilkirina xwezayê,aloziya aborî û sedema pêvçûnan girêdayî neçareserkirina pirsgirîka Kurd e. Em careke din li vir bang dikin û dibêjin dest ji tayinkirina qeyûman berdin û şaredariyan îadeyî hilbijêran bikin. Em ji bo pêkanîna aşitiyê û wekhêviyê amade ne û em bi hêz in û li vir in.”