Bulbul: Em hevgirtinê xurttir bikin

Parlementerê HDP’ê Kemal Bulbul diyar kir rewşeke giran li holê heye û got “Em ê bi hevgirtinê ji vê rewşa xerab rizgar bibin.”

Di erdhejên bi şîddeta 7,8 û 7,7  de yên ku li bajarên Amed, Riha, Semsûr, Kilîs, Dîlok, Osmaniye, Edene, Xarpêt, Meletî û Mereşê da, heta niha bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji ber ku dewletê di her du rojên pêşîn de tîmên rizgarkirin û alîkariyê neşand, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, zêde bû. HDP di serî de xebata gelek Saziyên Sivîl ên Civakî jî didome.

Parlamenterê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bûlbûl, erdhej û helwesta hikumeta AKP-MHP'ê ji ANF'ê re nirxand û diyar kir ku li herêma erdhejê bêhêviyeke mezin heye. Bulbul bal kişand ser vî tiştî ku sedema vê yekê jî desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku gel weke mirovan nabîne û feraseta kevneşopî ya dewletê didomîne. Bulbul got “Mirov xwe bêçare û tenê hîs dikin. Ev bêhêvîtî weke qîrîn û hawarekê tê nîşandan. Semsûr niha bi giştî bûye kavil. Dibe ku li Semsûrê hejmara miriyan ji texmînan pir zêdetir be. Lêkolînên sîstematîk tune. Bêyî rêxistinbûna Saziyên Sivîl ên Civakî welatiyên me yên ji erdhejê rizgar bûne jî ji birçîbûn û tîbûnê dimirin. Sê rojên ewil baran bi berdewamî dibariya û hewa pir sar bû. Xaniyên ku li Semsûrê nehatine xerakirin xisareke mezin dîtine û nayên bikaranîn. Hemû avahiyên ku ji aliyê muteahîdan ve hatibûn çêkirin, hilweşiyane. Avahiya şaredariya Semsûrê bûye kavil. Werzîşvanên voleybolê yên ku ji Kibrisê hatibûn, yek jî nefilitî.”

Bûlbûl anî ziman ku bi vê erdhejê bi awayekî zelal derketiye holê ku dewlet guh nade gel; "Li gorî min dewlet di bin kavilan de maye. Ev feraseta dewletê ye. Paşê me dît; Serokê AKP'ê derdikeve û gefan li welatiyan dixwe. 5 sal berê li navenda Samsatê erdhejek pêk hat û kavil hê jî li wir in. Du sal berê li Meletî û Elezîzê erdhejek çêbû û ew birîn nehatine pêçandin.”

Parlamenterê HDP'ê Bulbul diyar kir ku AKP'ê AFAD'ê veguherandiye rêxistineke girêdayî xwe û wekî jendirme û polîsan bi kar tîne. Bulbul, diyar kir ku AFAD'ê bi hinceta 'ewlehiyê' saziyên alîkariyê asteng kir û wiha got: "Min bi xwe navendên Semsûr, Pazarcik, Sergolanê dît. Em ê di demeke nêz de biçin Meletiyê. Zirara vê erdheja ku li Hatay, Diyarbekir û Elezîz jî di nav de hemû bajaran xisar dît, ne di rewşeke wisa de ye ku zû were sererastkirin. Ji ber ku dewlet di bin kavilan de ye. Em ê kavilên dewletê rakin an kavilên erdhejê? Ger dest nedaba şaredariyên me ew ê şaredariyên me xebatên erdhejê li vê herêmê bikirana. Şaredariya me ya Çinarê li Semsûrê aşxaneya gerok ava kir û hevşaredarên me xwarinê belav dikin. Pênc şaredariyên me hene û hemûyan derfetên xwe seferber kirine. Dewlet alîkariyê nade gel û gefan li gel dixwe û dixwaze xwe xurt bide nîşandan.”

Bûlbûl bal kişand ku di dema gihandina alîkariyê de rastî astengiyan hatin û wiha dewam kir: “Li Semsûrê hê jî rêyên gundan girtî ne, gundên mezin hene ku alîkarî negihiştiye wan. AFAD konên tên Semsûrê, desteser dike. Em ji Enqereyê kon organîze dikin ku wan bibin Semsûrê, lê AFAD bi awayekî wan asteng dike û wan digire. Em wan konan çêdikin da ku li xelkê belav bikin. Wezaretê da zanîn ku dê ti astengî dernekeve, lê AFAD weke saziya polîs û ewlehiyê tevdigere.

Parlementerê HDP’ê Kemal Bulbul diyar kir rewşeke giran li holê heye û got “Em bêhevî nebin. Partiya me li qadê ye. Em ê biçin Meletî û Mereşê jî. Em ê bi hevgirtinê ji vê rewşa xerab rizgar bibin.”