Bû tekmîla wî ya dawî ku dayî Erdogan!

Duh li bajarokê Sêgirkê helîkoptêreke artêşa Tirk ket. Hate ragihandin Tumgeneral Aydogan Aydin jî ku operasyona li herêma Katoyê ya artêşa Tirk koordîne dikir di helîkoptêrê de bû û miriye.

Aydin 28'ê Gulanê li Serokkomarê Tirk Erdogan geriya bû û tekmîla xwe ya dawiyê dabûyê.

Li bajarokê Sêgirkê yê bi ser navçeya Qilaban a Şirnexê ve, helîkoptera ji Leşkergeha Jendermeyan rabû, hat ragihandin ku piştî rabûnê bi demeke kurt ketiye xwarê. Şevê din zelal bû ku 13 leşker mirine.

Heta ragihandin yek ji yê mirî Fermandarê Tumena Sînor a Jendermeyan a 23. a Şirnexê Tumgeneral Aydogan Aydin e. Aydin  demekê Fermandariya Tugaya Komando a Qeyserî jî kiriye, ku ev Tûgay yek ji amûra girîng a terora dewleta Tirk a li Kurdistanê ye. Her wiha Aydin operasyona 18’ê Nîsanê ya ku li herêma Çiyayê Kato a Elkê bi tevlêbûna bi hezaran leşkerên ji Tûgaya Komando  a Jandarma a Çakirsogut, Fermandariya Tumena Sînor a Jandarma a 23. û Fermandariya Alaya Jandarama a 8. a Elkê destpêkirî jî bi rê ve dibir.

TEKMÎL DABÛ ERDOGAN

Aydin roja 28’ê Gulanê dema ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû çûbû Katoyê hevaltî pê re kiribû û bi telefonê tekmîl dabû Erdogan.

Navê leşkerên ku mirin:
Tumgeneral Aydogan Aydin
Serheng Oguzhan Kuçukdemîr
Serheng Gokhan Peker
Serpel Songul Yakut
Serdar Koray Onay
Serpel Ilker Acar
Serpel Nurî Şener
Serçawiş Mehmet Erdogan 
Çawişê pispor Zekî Koç
Serpelê Pîlot Serhat Siginak
Pîlot serekserpel Abdulmutalîb Kesîkbaş
Serçawiş Fevzî Kiral
Çawişê Pispor ê Piyade Hakan Încekal